Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin 2022-06-03 12:13:13 ENQERE - EMEP, TÎP, EHP, Malêngel, TOP û SMF yên bi banga HDP’ê hatin gelhev, wê konferansa “Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê” pêk bînin.   Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malêngel (Halkevleri) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) ku bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin cemhev, wê di 5 'ê Hezîranê de di çarçoveya xebatên xwe yên têkoşîna hevpar de konferansa konferansa “Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê” li dar bixin.    RIZA TURMEN WÊ PÊŞKEŞVANIYÊ BIKE   Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen wê pêşkêşvaniya konferansê ya ku wê li Navenda Çanda Kongreya Odeya Endezyarên Înşaetê bê lidarxistin, bike.    JI ROBOSKÊ HETA KARKERÊN FARPLAS’Ê    Di rûniştina ewil a konferansê de ku wek sê rûniştinan tê plankirin, Malbatên 10’ê Cotmehê, kesên di Geziyê de jiyana xwe ji dest dan, Akademîsyenên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, malbatên kesên di Qezaya Trenê ya Çorlûyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser navê Berxwedana Farplasê Necla Dolaşik, li ser navê Muameleya Xerab û Girtiyên Nexweş Parêzer Hulya Yildirim, Malbatên Roboskê, Somayê, Pirsûsê û Malbata Şenyaşar wê beşdar bibin. Di rûniştina ewil de wê ji aliyên mexdûran ve cînayetên kar ên di serdema AKP’ê de pêk hatine, cînayetên mafya-siyasetê, bandora polîtîkayên bêcezatiyê û komkujiyan were vegotin.    JI ABORIYÊ HETA EKOLOJIYÊ HEQÎQET DÊ WERE NIQAŞKIRIN   Di beşa duyemîn de jî wê niqaşa heqîqetê were birêvebirin. Ahmet Şik dê li ser Heqîqeta Dewletê, Bahadir Ozgur li ser Heqîqeta Aboriyê, Esîn Davûtoglû Şenel li ser Heqîqeta Tenduristiyê, Fatma Kûrtûlan li ser Heqîqeta Pirsgirêka Kurd, Fîdan Ataselîm li ser Heqîqeta Jinan, Mert Büyükkarabacak li ser Heqîqeta Kedê, Mûcella Yapici bi nameya li ser Heqîqeta Ekolojî û Bajêr, Muhdan Sağlam li ser Heqîqeta Polîtîkaya Derve ya Tirkiyeyê, Ozturk Turkdogan li ser Heqîqeta Hiqûqê, Îlhan Cihaner li ser Heqîqeta Dadgeriyê Sevînç Koçak jî wê li ser Heqîqeta Zarokan weke axaftvan beşdar bibin.     HESABPIRSÎN   Di beşa konferansê ya dawî de jî wê Hesabpirsîn bê niqaşkirin. Di vê beşê de jî Hevserok, Hevberdevk û Serokên Giştî yên têkoşîna hevpar ên ji 7 partiyan pêk tên weke axivîner wê cih bigirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê Halkevleriyê Nebiye Mertturk, Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Berdevka TOP'ê Perîhan Koca, Berdevka EHP’ê Ozge Akman, Nûnerê SMF’ê Erdal Ataş wê beşdar bibin.    Hevberdevka Têkiliyên bi Partiyên Siyasî re û Saziya Civaka Sivîl a HDP’ê Sûltan Ozcan têkildarî konferansê axivî.    ‘JI BO PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ GIRÎNG E’   Ozcan, bi bîr xist ku ew bi banga hevpariya têkoşîna avakirina pêşeroja Tirkiyeyeke demokratîk hatine tên gelhev û wiha got: “Me di 8’ê Adarê, 1’ê Gulanê û Newrozê de hevpariya têkoşînê meşand û çalakiyên maf gerînê didomînin. Konferansa me ji bo darizandin û hesabpirsîna sûcên di dema desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê de hatine kirin gaveke girîng e.”   ‘AVAKIRINA EDALETA RAST GIRÎNG E’   Ozcan, bi lêv kir ku nexşerêyeke wan a bi armanca pêkanîna yekitiya têkoşîna hevpar a bi hêzên demokrasiyê yên pir reng re heye û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di nava 20 salên dawî de piştî ku AKP derbasî rejîma ‘her tim mêr, yek zilam' bûyî gelek sûcên mezin kirin. Ji ber vê yekê pêdivî bi sererastkirinekê heye.” Ozcan, qala girîngiya pêvajoya sererastkirinê ya ji bo avakirina Tirkiyeyeke nû û demokrasiyeke rast kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dizanin ku makeqanûneke demokratîk û edaleteke rasteqîn ji bo her kesê gaveke bingehîn e. Em ji vê konferansê re weke nexşerêyeke ku wê ji bo her kesî xizmetê ji edaletê re bike nêzîk dibin.”