CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan 2022-06-03 13:40:46   AMED - CFWIJ’ê bang kir ku Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku di saetên serê sibê de hate binçavkirin, demildest were berdan.    Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) têkildarî Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku di saetên serê sibê de hate binçavkirin li ser twîtterê peyamek parve kir. CFWIJ’ê di peyama xwe de wiha got: “Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû li Miduriyeta Polîsan a Amedê ku ji bo îfade dayînê çûyê, hate binçavkirin. Sedemê binçavkirina rojnamevanê hêj nayê zanîn. Em weke CFWIJ, dixwazin rojnamevan demildest were berdan.”