Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin 2022-06-03 15:23:08 STENBOL- Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, bertek nîşanî operasyona binçavkirina li dijî HDK, HDP û GOÇÎZ-DER'ê da û got ku di têkoşîna demokrasiyê de paşde gav naêjin û ev tişt got: "Em ê qet dev ji paradîgmaya demokratîk û azadîxwaz bernedin."   Kongreya Demoktratîk a Gelan (HDK), ji bo ku bertek nîşanî serdegirtinên polisan û binçavkirinên di çarçoveya lêpirsînên ku ji aliyê Serdozgeriyên Komarê yên Tekîrdag û Stenbolê ve li 11 bajaran pêk hatine de bide li pêşiya navenda xwe daxuyanî da. Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari, Mûsa Pîroglû, Dilşat Canbaz, Sezaî Temellî, Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger û gelek endamên partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn. Li cihê ku daxuyanî hat dayîn, pankarta "Serdegirtin, binçavkirin, girtin dê me neçewisînin em HDK'ê bi hev re diparêzin" hat vekirin û timik dûrşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bil mil" û "Wê zext nikarin me têk bibin" hatin berzkirin.    'EM Ê DEV JI PARADÎGMAYA XWE BERNEDIN'    Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî dstnîşan kir ku polisan bi rêbaza dewleta mafyayê serê sibehê deriyên HDK'ê şikandiye, avahî serûbin kirine, dest danîn ser kompûteran û wiha got: "Li dewletên ku hiqûq lê nirxeke rêbazên bi vî rengî ti carî nabe. Lê belê ev der Tirkiye ye. Li vî welatî ne hiqûq serwer e, ne jî mafên destûra bingehînî derbas dibe. Hikumeta mafya ya AKP û MHP'ê li ser desthilatdariyê ye û gotina wan derbas dibe. HDK wê ti carî dest ji paradîgmaya demokratîk û azadîparêz bernede."   Demîr, diyar kir ku ji bilî avahiya wan a navendî li Stenbol, Edîrne, Tekîrdag, Çewlik, Çanakkale û gelek bajarên din serdegirtin û destgîrkirin çêbûn û got, "Ji Komeleya Şopandina Koçberê ku pirsgirêkên koçber û penaberan dixe rojevê gelek kes hatin destgîrkirin. Yek ji sedemên serdegirtinê jî ragihandina Meşa Gemlîkê ye ku beriya 3 rojan me diyar kiribû ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan wê bê lidarxistin. Dixwazin ku zexta li ser muxalefeta civakî û raya giştî dewam bike. Em bi rengekî eşkere siyaset dimeşînin. Em li vir in û têkoşîna xwe mîna her carê dewam dikin."   BANGA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ   Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî jî ev tişt got: "Eger em dixwazin ku azadiya siyasî û mafên demokratîk hebin, divê em li ber tecrîdê, li ber OHAL'ê, li ber qeyûm bi hev re rabin. Ya em ê îro bi ser bixînin ya jî em ê li dewamkirina vê sîstemê temaşe bikin. Em lê temaşe nakin. Em HDP, hêzên di bin sîwaan HDP'ê de li dijî faşîzmê têkoşîn û berxwedana xwe dewam dikin. Heta ev sîstem neyê guhertin wê aramî ji bo kesî nebe û ji bo mezinkrina têkoşîna li dijî faşîzmê bang kir. Dem dema kombûna di nava tifaq û eniya demokrasiyê de ye. Bi vî rengî em dikarin pêşî li vê barbariyê bigirin."   Piştî Temellî nûnerên pêkhateyên din ên HDK'ê jî axivîn û peyamên xwedî derketina li HDK'ê û mezinkirina têkoşînê dan.