Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin 2022-06-03 15:29:51   ÊLIH - Li navçeya Hezoyê di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Xirbak ê girêdayî navçeya Hezoyê yê Êlihê duh bi şev di navbera du malbatan de şer derket. Şerê ku di navbera ferdên malbata Dûrmaz û cerdevanê teqawît Omer Şala û her du kurên wî yên cerdevan de derket, vegeriya pevçûna çekdarî. Di şer de Niyazî Dûrmaz cerdevan Kazim Dûrmaz û Hasan Dûrmaz jiyana xwe ji dest dan.    Piştî şer leşkeran li gund bergirî girtin. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan jî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.