Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin 2022-06-03 15:30:46   ENQERE - Serokatiya Meclisê gotina “Kurdî di girtekên Meclisê de weke ‘X’ derbas dibe” weke “şîrove” nirxand û pêşnûmeya Pero Dundar a HDP’î red kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar têkildarî qedexekirina şano û konserên kurdî yên di meha gulanê, bi mebesta ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Lê belê pêşnûpirs dîsa lê hate vegerandin.    Pêşnûmepirs bi hinceta xala 96’an a Rêziknameya Hundirîn paşve hate şandin û vegotina qedexeya li ser kurdî jî weke nêrîna şexsî hate nirxandin. Gotina; “Kurdî di girtekên Meclisê de weke ‘X’ tê qeydkirin” jî di çarçoveya nêrîna şexsî de hate hesibandin.    DI GIRTEKAN DE ‘X’ TÊ NIVÎSANDIN LÊ VEGOTINA WÊ NÊRÎNA ŞEXSÎ YE    Di sedema paşve vegerandina pêşnûmeyê de hat xwestin ku gotina “Polîtîkayên zext û pişaftinê yên li ser zimanê kurdî ku bi milyonan kes diaxive, di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de jî berdewam kirin. Ger gotin di cih de be kurdî weke zimanekî qedexe tê dîtin. Kurdî weke zimanê fermî û zimanê perwerdeyê nayê naskirin û her peyva kurdî jî di girtekên Meclisê de weke ‘zimanê nayê zanîn’, ‘zimanê nayê fêmkirin’ û ‘X’ tê qeydkirin.” û pirsa “Gelo sedema van êrişên li dijî kurdî çi ne?” bên derxistin an jî guherandin.    Sedema paşveşandinê jî wiha hate vegotin: “Li gorî Xala 96’emîn a Rêziknameya Hundirîn, divê di pêşnûmepirsên nivîskî de parlamenter nêrînên xwe yên şexsî nenivîsinin. Hevoka ewil û ya duyemîn a paragrafa duyemîn a pêşnûmeya we û pirseka we li dijî Xala 96’emîn a Rêziknameya Hundirîn e. An van beşan jê derxînin an jî li gorî hûkmên Rêziknameya Hundirîn sererast bikin. Nexwe dê neyê nirxandin.”    Pêşnûme dîsa li Dundar hate vegerandin.