Li Farqînê tundiya notirvanan 2022-06-03 16:33:06   AMED - Li Farqînê, tundiya ku notirvan li ciwanekî ku navê wî nayê zanîn kirin hat qeydkirin.    Li ser kolana Gaziyê nêzî Qonaxa Hikumetê ya naçveya Farqînê ya Amedê, notirvanan tundî li welatiyekî ku navê wî nehat zanîn kir. Vê tundiya notirvanan hat qeydkirin. Di dîmenên ku welatiyan bi telefonên xwe qeyd kiriye de destpêkê ciwanekî direve û notirvan bi guleyan berî hewa didin û li pey wî dikevin. Piştre notirvan ciwanê ku direve digirin û li serê wî didin. Ev kelî hatin qeydkirin.