Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye 2022-06-04 09:07:08 STENBOL - Nazîme Dal, dayika Mehmet Emîn Dal ku 10 roj in li dijî tahde û pêkanînên kêfî di greva birçîbûnê de ye, got: "Jiyana kurê min di talûkeyê de ye."  Mehmet Emîn Dal ku di Girtîgeha Afyon a Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li navçeya Wêranşar a Rihayê hatiye girtin. Dal ku 6 sal in girtiye cezayê muebedê lê hatiye birîn.   Dal, di 25'ê Gulanê de tevî Rizgar Tûran û Cûmalî Yildirim li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir. Dal û hevalên xwe dixwazin hejmariya li se rpêyan, cezayên hucreyê û tahdeyên di warê derûnî de bi dawî bibin.    TAHDE Û PÊKANÎNÊN KÊFÎ   Mûhabbet Dal, xwişka Mehmet Emîn Dal, anî ziman ku birayê wî û du hevalên xw edi hucreyekê de ne. Dal diyar kir ku di 2'yê Hezîranê de hevdîtin kirine û got: "Di ehvdîtina me ya dawî de ragihand ku şert û mercên girtîgehê her diçe girantir dibin. Dixwazin tahde û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan bi dawî bibin."   Dayik Nazîme Dal jî anî ziman ku kurê wê li Wêranşarê gava hatiye girtin bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin.    GARDIYANAN BI MIRINÊ GEF LÊ XWARINE   Dayik Dal anî ziman ku kurê wê beriya vê girtîgehê di girtîgeha din de jî hatiye "îşkencekirin" û got: "Kurê min got, neheqî li wan tê kirin û gef li wan tên xwarin. Gardiyanan ji kurê min re gotine 'Em ê te bikujin, dê cenazeyê te ji vir derkeve."    Dayik dal bilêv kir ku jiyana kurê wê di talûkeyê de ye.    Dayik Dal bal kişand ser mirinên biguman ên li girtîgehan got, girtî tên kuştin û wekî xwe kuştibin tên nîşandan. Dal got: "Neheqiyê li girtiyan dikin. Ew jî li ber xwe didin. Di hevdîtina dawî de gotin dê hevdîtin nîv saetî tenê ne, lê me ev qasî jî hev nedît. Ez vê zilm û îşkenceya li kurê min tê kirin qebûl nakim."    Dayik Dal herî dawî bang li siyasetmedaran kir ku li ber vê tahdeya lig irtîgehan rabin.