Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş 2022-06-04 15:54:49 ENQERE - Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re diyar kir ku li ser fermana ATK’ê, ji bo girtiyên nexweş Hasan Alkiş ku ji sedî 43 astengdar e rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hatiye amadekirin.  Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 404’an de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.      Turgut, da zanîn ku Alkiş nexweşê hîper tansiyonê ye û ev agahî dan: “Her roj dermanan bi kar tîne. Di çavên wî de pirsgirêka enfeksiyonê heye ku her tim xwe dubare dike. Her wiha nexweşê dil e, emeliyata dil derbas kiriye û dilê wî zeîf e. Nêzî 3 salan berê ev teşhîs hatibû kirin. Ji ber ku nexweşiya wî li movik û mejiyê wî belav bû, du caran felc bû. Piştî demekî dirêj ê tedawiyê, ling û destên wî hinek baştir bûn lê belê ji ber rexa xwe ya çepê hêj jî zehmetiyan dikêşe. Bijîşkê beşa Ramotolojiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Îzzet Baysal a Boluyê Alkiş tedawî kir û rapora ‘her kêliyê xetereya mirinê li ser heye’ û ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ amade kir. Lê ji bo sewqkirinê, Saziya Tipa Edlî (ATK) nêrîna bijîşkeke din xwest. Li ser vê yekê şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê. Bijîşkê li vir got; ‘teşhîsa nexweşiya Behçet û Anevrîzmayê xelete û dikare di girtîgehê de bimîne.’ Dema piştre çûy nexweşxaneyê, anjiyo bû û piştre dîsa teşhîsa ‘nexweşiya Behçet’ hate kirin û sewqî beşa Ramotolojiyê ya Nexweşxaneya Cerrahpaşa ya Stenbolê kirin. Li vir teşhîsa Nexweşiya Behçet û Anevrîzmayê lê hat kirin. Li vir dîsa anjiyo bû.”    JI SEDÎ 43 ASTENGDAR E    Bi domdarî Turgut destnîşan kir ku Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê di 30’ê hezîrana 2015’an de ji bo Alkiş rapora “ji sedî 43 bi awayekî mayînde astengdar e” derxistiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber nexweşiyên xwe yên giran, Alkiş tenê bi alîkariya hevalên xwe dijî. Ev demekî dirêj e girtiyê nexweş e û divê demildest were berdan û tedawîkirin. Heta ku ev pirsgirêk tên çareserkirin, dê hewldanên me berdewam bikin.”