ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-05 09:00:00   * Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd anî ziman ku wê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişan li ber xwe bidin û vê pirsê ji Tirkiyeyê kir: “Çima dema ku DAIŞ li ser sînorên wê bû tu metirsî li ser ewlekariya wê nebû?”    * Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku PDK'ê li herêmê ser têkçûyina Tirkiyeyê bi propagandayên şerê taybet dinixumîne û got: "Tişta ji destê PDK’ê tê texsîr nake û dewleta Tirk jî derbas kiriye. Lê Kurdan destê xwe ji PDK’ê şûştiye."    * Halîme Okten ku kurê wê di sala 2016’an de di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû destnîşan kir bazara hemû dewletan li ser kurdan e û diyar kir ku divê kurd li dijî hemû êrîşan yekitiya xwe ava bikin. Okten, got ku kurd bi yekitiya xwe dikarin ji zilmê rizgar bibin.   * Li gundê Xanika Jêr ê navçeya Çinarê cotkar ji ber ku heqê bîçerê biha biha bûye nikarin zadê xwe rakin.    * Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Sedat Başkavak Tifaqa Demokrasiyê wekî "tifaqa gel" pênase kir û got: "Banga me ye; em bên cem hev, bi hev re bitêkoşin."    *  Derbarê Taxa Gul û Taxa Tepebaşi yên Rişmilê de biryara "qada bixetere" hatibû dayîn. Şûraya Dewletê jî biryara "qada xetere" betal kiribû, lê şaredariya AKP'î vê carê bi awayekî dijqanûnî ev her du tax wekî "qada rezervê" îlan kirin.      * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 454'an de berdewam dike.    * 7 partî û rêxistinên ku ji bo têkoşîna hevpar hatine gelhev wê bi mijara "Ji bo pêşeroja Tiriyeyê Bîr, Heqîqet û Hesappirsîn" wê li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqerê panelek li dar bixin. (10.30)   *Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Elihê û Lijneya Koordînasyona Bajar a Êlihê ya TMMOB'ê wê di çarçoveya "Hefteya Têkoşîna bi Hilweşandina Ekolojîk re" li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê panelek li dar bixe. (10.30)   * Qurbaniyên Komkujiya 5'ê Hezîranê ya li dijî mitînga HDP'ê ya li Qada Stasyonê ya Amedê pêk hatibû bi bernameyekê bên bibîranîn. (17.00) ZINDÎ