‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’ 2022-06-05 09:06:57   ŞIRNEX - Halîme Okten ku kurê wê di sala 2016’an de di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû destnîşan kir bazara hemû dewletan li ser kurdan e û diyar kir ku divê kurd li dijî hemû êrîşan yekitiya xwe ava bikin. Okten, got ku kurd bi yekitiya xwe dikarin ji zilmê rizgar bibin.   Di 24’ê sibata 2016’an di encama êrîşeke hewayî ya li gundê Hestpistê yê Hezex a Şirnexê 12 kes hatin qetilkirin. Yek ji wan jî Abdulazîz Okten bû. Dayika Okten, Halîme Okten têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dane destpêkirin axivî. Okten, diyar kir ku hemû dewlet li dijî kurdan dibin yek û divê kurd jî li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin.    Halîme Okten (60) bi eslê xwe ji gundê Babek ê Hezex a Şirnexê ye. Di salên 90’î de dewlet cerdevaniyê li şêniyên gundê wan ferz dike. Lê ji ber ku malbata wê cerdevaniyê qebûl nake, gundê xwe diterikînin û berê xwe didin Hezexê. Okten, dayika 10 zarokan e û 2 zarokên wê di temenên biçûk de jiyana xwe ji dest dane.    ‘ZILMA XWE HÎN ZÊDETIR KIRINE'   Dayika Halîmeyê da zanîn ku dewletê tu carî zilma xwe ya li ser kurdan kêm nekiriye û wiha got: "Kurê min Abdulazîz, di sala 2016’an de li ser îxbara cerdevanan tevî 12 hevalên xwe di êrişeke hewayî de şehîd bû. Bi taybetî piştî qedexeya derketina derve, dewletê zilma xwe ya li ser me zêdetir kir. Her carê bi ser mala me de digirtin û pirsa Abdulazîz dikirin. Lê wan jî dizanî ku Abdulazîz şehîd bûye. Her wiha kurekê min jî li dijî vê zilmê tev li tevgera azadiyê bû. Lê ji ber ku nexweş bû, ew dîsa paşve vegerandin. Ew jî çû Almanyayê. Di serdegirtinê de her carê heman pirs dikirin. Dewletê bi zanebûn û bi hincetên cuda zilm û zordestî li me dikir."   ‘BAZARA HEMÛ DEWLETAN LI SER KURDAN E'   Bi domdarî dayika Halîme anî ziman ku dewleta tirk kurdan weke neyar dibîne û wiha domand: "Dixwaze kurdan tune bike. Bazara hemû dewletan li ser kurdan e. Lewma herî zêde li dijî kurdan êrişê dikin. Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye bûne yek û hedef dikin ku kurdan bi tevahî xelas bikin. Lê belê kurdan jî heya niha nehiştine ku ew hedef pêk were. Kurdan li dijî dagirkeran û zilmê her tim li ber xwe dane. Hêj jî li ber xwe didin. Niha ligel ewqas dijminan jî, Barzanî pişta xwe daye kurdan û bûye hevalê dijminan. Me yeqîn nedikir ku kurdek li dijî kurdan bibe hevalê dijmin. Niha Barzanî wekî Tirkiyeyê nêzî kurdan dibe û ji wan xirabtir dike.”    ‘DIVÊ KURD BIBIN YEK'   Di berdewamê de jî dayika Halîme got ku divê kesek li hemberî zilma li kurdan tê kirin bêdeng nemîne û axaftina xwe wiha qedand: "Banga min ew e ku kurd yekitiya xwe ava bikin. Dewleta tirk êrişên xwe zêdetir dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê hemû kes li dijî vî sûcî bêdeng e. Divê hemû dewlet, sazî û rêxistinên mafên mirovan li dijî van sûcan derkevin. Bi bêdengiya xwe dibin şirîkên sûcên dewleta tirk. Hemû li dijî kurdan ên bûne yek. Divê kurd jî li dijî van êrişan bibin yek û rabin ser pêyan. Em encax bi yekitiya xwe dikarin ji vî zilmê xelas bibin. Em dixwazin ev şer bisekine û xwîn neyê rijandin. Divê li dijî van êrişan, aştî û wekhêviyek mayînde ava bibe.”