‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’ 2022-06-06 09:45:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera YNK’ê ya berê Rêzan Şêx Dilêr got ku Tirkiye her devera Herêma Kurdistanê bombebaran dike û wiha got: “Divê nivîskar û rewşenbîrên Başûr bertekên tund nîşanî hikûmeta Başûr, partiyên siyasî û parlamentoyê bidin da ku li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî bin.”   Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê ya bi wê re, di raya giştî ya kurdan de rastî nerazîbûnên tund tê. Têkildarî mijarê Parlamentera Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) a Parlamentoya Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr ji Rojnewsê re axivî û got ku Tirkiye bi awayekî derhiqûqî xaka Herêma Kurdistanê binpê dike.    Rêzan Şêx Dilêr, da zanîn ku Tirkiye ne tenê sînorên Herêma Kurdistanê lê belê tevahiya deverên herêmê bombebaran dike û wiha dom kir: “Hem di hêla hewayî û hem jî di hêla bejahî de Tirkiye serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê binpê dike.”   ‘KESEK XWE DI EWLEHIYÊ DE HÎS NAKE’   Bi domdarî Şêx Dilêr bal kişand ser qetilkirina siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî û wiha got: “Divê kesên ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine Silêmaniyeyê, bên parastin. Piştî qetilkirina Çelebî, rewşeke wisa ava bûye ku kesek xwe di ewlehî û aramiyê de hîs nake. Kujer reviyane Hewlêrê. Kujer ji aliyê hizbên siyasî ve tên destekkirin.”   ‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN XWEDÎ HELWEST BIN’    Di berdewamê de Şêx Dilêr anî ziman ku divê nivîskar, rewşenbîr, çalakvan û kesayetên serbixwe bertekên tund nîşanî hizbên siyasî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Da ku ji bo pêşîlêgirtinên êrişên Tirkiyeyê helwestekî cidî nîşan bidin. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina van êrişan divê di asta Iraqê de hewldan hebin. Her tim qala serweriya xaka xwe dikin. Lê Tirkiye her roj dikeve nava xaka Iraqê û ber bi Kerkûk û Mûsilê ve diçe. Divê li dijî vê bi bertek bin. Her wiha divê Iraq destûrê nede ku hêzeke siyasî piştgiriyê bi hêzeke derve re bike. Li gorî destûra bingehîn, ev yek xiyanet e.”