AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da 2022-06-06 13:55:50   STENBOL - AYM'ê serlêdana kesên ku ji ber li avahiya HDP'ê tev li daxuyaniyê bûbûn ceza li wan hatibû birîn nirxand û biryara binpêkirinê da.    Li Êlihê, ji ber ku di navbera salên 2019-2020'an de tev li çend daxuyaniyên li avahiya HDP'ê ya Bajar a Êlihê bûbûn, ji aliyê dadgehên herêmî ve cezayê pere li komeke welatî hatibûn birîn. Di dîrokên cuda kesên ku ceza li wan hatibû birîn bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn û biryarên li dijî xwe îttîraz kiribûn. AYM'ê serlêdana ku lê hatibû kirin nirxand û bi navê "Cengîz Firat û yên din" biryar da. AYM'ê, diyar kir ku li gorî xala 34'an a Desrûra Bingehîn "mafê lidarxistina meş û xwepêşandanan" hatiye binpêkirin û biryara binpêkirinê da. Her wiha biryar da ku darizandina kesên serlêdan kirine ji nû ve bê kirin.    MA / Dîren Yûrtsever