Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat 2022-06-06 14:36:11   ENQERE - Îsmet Yalçin ku di Doza Kobanê de weke şahid hat guhdarkirin, li ser pirsa dadgehê ya "Di pêvajoya protestoyên Kobanê de we ji kê talîmat girt?" ev bersiv da: "Wê demê weke kurd zext li me dihatin kirin. Em bi vîna xwe tev li çalakiyan bûn. Weke tê gotin ji HDP'ê talîmatek nehat."   Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara têde tên darizandin, piştî du roj navberê di roja 5'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.  Danişîn li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê dîtin û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Enqerê, parlamenterên HDP'ê û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî di nav de gelek parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê hatin amadekirin û siyasetmedarên li girtîgehên din girtî jî bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.    ŞAHID: ME JI KESÎ TALÎMAT NEGIRT   Piştî tespîtkirina nasnameyê danişînê bi xwendina ewraqên ku nû hatibûn û daxwaznameyên hincetê dest pê kir. Piştre şahid Îsmaîl Yalçin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bûrsayê girtî ye hat guhdarkirin. Yalçin, diyar kir ku tev li çalakiyên Kobanê bûye û li ser pirsa dadgehê ya "Di pêvajoya protestoyên Kobanê de we ji kê talîmat girt?" ev bersiv da: "Wê demê weke kurd zext li me dihatin kirin. Em bi vîna xwe tev li çalakiyan bûn. Weke tê gotin ji HDP'ê talîmatek nehat."   ENDAMÊ DADGEHÊ ZEXTÊ LI ŞAHID KIR   Li ser bîrxistina dadger a îfadeyên wî yên ku dema 14 salî bûye jê hatine girtin Yalçin, diyar kir ku wan îfadeyan qebûl nake û ev tişt got: "Ez zarok bûm wam îfadeyan micid negirin." Li ser vê dadgerê endamê dadgehê, hewl da zextê li Yalçin bike. Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bertek nîşanî vê hewldana dadger da û wiha got: "Dadger hewl dide şahid li hev şaş bike. Şahid di îfadeya xwe de bi awayekî zelal diyar kiriye."   Rexmî vê jî dema ku Yalçin, got ku hin îfadeyên wî yên beriya 8 salan nayên bîra wî, dadger jê pirsa ku "çima nayên bîra te?" kir.   Parêzer Alî Bozana û siyasetmedar Sebahata Tûncel, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag bertek nîşanî dadger dan.    'HÛN LÊPIRSÎNÊ DIKIN'   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bertek nîşanî pirsên ku dadger ji şahid kir da û ev tişt got: "Pirsên hûn dikin ne ji şahid ji bersûcan tên kirin. Li şûna guhdarkirina şahid hûn lêpirsînê dikin. Divê armanca dadger bi pirsên ku bike rastiya maddî derbixe holê. Ne beralîkirin be."   Dozger jî ji şahid Yalçin xwest ku şahidiya bûyeran vebêje û Yalçin ev tişt gotin: "Wê demê weke kurd zext li me dihatin kirin. Dema bûyeran ez li Mûşê li parqekê bûm. Bêyî ku tiştekî hebe polisan mudaxaleyî me kir û me jî bertek nîşanî vê rewşê da."   Piştre navber hat dayîn.