Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye 2022-06-06 15:04:03   WAN - Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Ûyar ê ji bo meşa ber bi Gemlîkê ve banga tevlibûnê kir, wiha got: “Ji bo pêşerojeke demokratîk, ji bo Rojhilateke Navîn a azad, dem dema em bi hev re berê xwe bidin Gemlîkê û têkoşînê mezin bikine.”    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê têkildarî meşa bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” dê di 12’ê Hezîranê de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê were lidarxistin, di avahiya xwe de civîna çapemeniyê li darxist. Komeleya Piştevaniyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî Re ya Wanê (TUHAY-DER), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinan a Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek sazî tev li civînê bûn.    Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Ûyar ê di civînê de axivî, diyar kir ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên li Tirkiyeyê diqewimin, neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Sedemekî herî bingehîn yê qeyrana sîstematîk jî neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane çareserkirine. Desthilata AKP’ê û MHP’ê neçareseriyê weke amûrê teslîm girtina muxalefeta civakî bikartîne.”   ‘OCALAN JI BO GEL LI BER XWE DIDE’   Ûyar, bi lêv kir ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan 23 sal in ji bo berjewendiyên civakê li ber xwe dide û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan ku hay ji van hemû xetere û lîstikan heye, ji sala 1999’an û vir ve li ser pirsgirêka kurd bi perspektîfa ‘Aştiya Civakî û Komara Demokratîk’ hewl da polîtîkayên şer û dijbertiyê yên desthilatê pûç bike. 23 salên ku di Îmraliyê de ma li dijî her cure fikir û bîrdoziyên li dijî civakê berjewendiyên civakê parast û parastinê didomîne. Li ser vê rastiyê, Girava Îmraliyê bi feraseta ku koledarî û kedxwariyê li ser gelan ferz dike, bûye qada bingehîn a têkoşînê ya têgihiştina ku hewl dide demokrasî û azadiyê bi pêş bixe.”   ‘DIVÊ GEL LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN’   Ûyar, destnîşan kir ku divê hemû gel li dijî tecrîdê derkevin, ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane were çareserkirin divê têkoşîn bê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev helwesta aştiya civakî tê wateya parastina pêşeroja hevpar û demokratîk a gelan. Ji ber vê yekê divê em li dijî pergala îşkence û tecrîda mutleq a li Îmraliyê bi awayekî polîtîk, etîk û hiqûqî îtîraza xwe belav bikin.  Di nava van şert û mercan de, li dijî polîtîkaya şer a desthilatdarî, dostê sermayeyê ku di bin navê ‘operasyona derveyî sînor’ de hewl tê dayîn bê belavkirin û di polîtîkaya tecrîdê de israr kirin, em hêj polîtîkaya jiyanê ya hemû bindestan û xwezayê diparêzin û em ê vê yekê bidomînin.    JI BO MEŞÊ BANGA TEVLIBÛNÊ KIR   Em bang li hemû derdoran, hêzên dost û rayagiştî ya demokratîk dikin ku ji bo meşa me ya Gemlîkê piştgiriyê bidin. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, ciwanan, kesên derdê yê demokratîkbûnê hene li dijî siyaseta tecrîdê di 12’ê Hezîranê de vedixwînin meşa ji bo parastina azadiyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 11’ê Hezîranê de saet di 12.00’an de li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr werin karwanê aştiyê oxir bikin. Ji bo pêşerojeke demokratîk, ji bo Rojhilateke Navîn a azad, dem dema em bi hev re berê xwe bidin Gemlîkê û têkoşînê mezin bikine.”