Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye 2022-06-06 15:29:58   ENQERE - Abdullah Koç ê HDP’î, “Qanûna Dezenformasyonê” ku AKP-MHP’ê aniye Meclisê weke “qanûna hilbijartinê” pênase kir û wiha got: “Desthilatdarî hewl dide kî dibe bila bibe dema dengê xwe derxist dengê wan qut bike û bi vê qanûnên re sûcên xwe binixûmîne.”    Pêşniyazqanûna têkildarî medyaya dijîtal û medyaya civakî (Qanûna Dezenformasyonê) ku bi îmzeyên parlamenterên AKP-MHP’ê pêşkeşî Meclisê hate kirin, ji hêla Komîsyona Qadên Dijîtal ve hate qebûlkirin. Partiyên muxalîf û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ku beşdarî hevdîtinan bûbûn, xwestin ku ev qanûn paşve bê kişandin. Pêşniyazqanûn dê di roja pêncşemê de li Komîsyona Edaletê bê nirxandin.    Rexneyên ku dê bi vê pêşnazqanûnê re çapemenî were bêdengkirin, tên kirin. Tê payîn ku bi vê qanûnê re dê zextekî giran li ser saziyên çapemenî û ragihandinê yên weşana xwe bi dijîtal dikin, bê kirin. Bi xala çaremîn a teklîfê re ji bo rojnameyek dest bi weşana xwe bike, Saziya Ragihandinê ya Çapemeniyê (BÎK) tê peywirdarkirin. Heta niha ev peywir di destê Serdozgeriyên Komarê de bû û tê gotin ku piştî ev peywir dewrî BÎK’ê tê kirin, dê rê li ber sepanên keyfî veke.    DÊ WEŞANÊN MUXALÎF BÊN VEKOLANDIN   Di xala 6’emîn a teklîfê de tê gotin ku malperên înternetê dikarin nûçeyên xwe du salan muhafeze bikin. Ev sererastkirinên ku bi mebesta teqîbat û lêpirsînê hatine kirin dê rê bide ku malperên derdorên muxalîf her di bin zexta teqîbat û lêpirsînan de bimînin.    YÊN KU ERDOGAN DIXWAZE DIKARIN QERTA ÇAPEMENIYÊ BIGIRE    Di xala 7’emîn a teklîfê de sererastkirineke ji bo tekzîpê heye. Ji bo nûçeyên hatine rakirin jî tê xwestin ku halê wê yê sererastkirî li ser malperê bimîne. Sînorên sererastkirin û bersivê nehatine diyarkirin û tê payîn ku hejmara tekzîpên ji bo nûçeyên derheqê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan de hîn zêdetir bibin. Di xala 11’an a teklîfê de rêveberên komele û weqfên ku bi biryara Serokkomar hatine tespîtkirin jî dikevin ber enformasyonê. Bi vê yekê re tê gotin ku dê qerta çapemeniyê bidin gelek rêveberên weqf û terîqetan.    KRÎTERÊN NE DI RÊZIKNAMEYÊ DE    Her wiha di xala 12’an a teklîfê de şertên weke “sûcên li dijî aştiya cemaweriyê, sûcên li dijî pergala Qanûna Bingehîn, sûcên li dijî parastina neteweyî, sûcên li dijî sirrên dewletê û hwd.” ku di rêziknameyê de nînin jî hatine zêdekirin.    RÊZIKNAMEYA HATIYE BETALKIRIN BI VÊ QANÛNÊ RE DÎSA TÎNIN    Partiyên muxalefetê û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, li dijî sererastkirina qanûnî ya komîsyona qerta çapemeniyê bûn. Şûreya Dewletê beriya niha ew rêzikname betal kiribû lê desthilatdarî dixwaze vê rêziknameyê weke qanûn dîsa bîne. Ev xala ku rê li ber vedike ku qerta çapemeniyê ji hêla Serokatiya Ragihandinê ve bên dayîn, ji hêla Şûreya Dewletê ve hatibû betalkirin. Di teklîfê de tê gotin ku ji 9 endamên komîsyonê 5 jê ji hêla Serokatiya Ragihandinê ve bên diyarkirin.    CUREYEKÎ NÛ YÊ SÛC    Yek ji xala herî zêde tê nîqaşkirin, xala 29’emîn e. Di vê xalê de bi gotina “Bi zanebûn belavkirina agahiyên şaş” re hewl didin cureyekî nû yê sûc bikin zagon. Heke ev xal bê qebûlkirin, bi sedemên “Kesên ku bi agahiyên xelet re gel ditirsînin û xofê di nava civakê de belav dikin, yên bi van agahiyan ewlehiya navxweyî û ya derve ya welêt têxin xetereyê, pergala cemaweriyê û tenduristiya civakê hedef digirin û aştiya cemaweriyê têk dibin, dê ji salekî heta 3 salan bên cezakirin. Heke ev sûc bi nasnameyekî veşarî bê kirin an jî di çarçoveya xebatên rêxistinan de bê kirin, dê nîviya cezayê li jor hatiye destnîşankirin li cezayê wan bê zêdekirin.” Heke ku xalên 29 û 30’emîn bên qebûlkirin, dê çêkirina nûçeya axaftinên pêşengên muxalefetê jî weke sûc bê hesibandin.    JI BO MEDYAYA CIVAKÎ ASTENGKIRINÊN MEZIN   Bi xala 34’emîn a pêşniyazqanûnê re ji bo platformên medyaya civakî astengiyên mezin hatine diyarkirin. Li gorî xala navbihûrî, dema “sûcên” weke “Îstîsmarên zayendî yên li dijî zarokan, kesên agahiyên xelet bi civakê re parve dike, yên ku yekitî û yekparetiya dewletê xera dikin, sûcên li dijî pergala qanûnan bingehîn û li dijî sirrên dewletê dikin” dozgerî dikarin agahiyên wan kesan ji platformên medyaya civakî bixwazin û ev platform neçarin ku agahiyên wan kesan bidin dozgeran. Heke nedin jî dê firehiya banta platformê ji sedî 90 bê tengkirin. Heke li gorî biryarên derxistina averokê yan jî astengkirinê tevnegerin, heta 6 mehan dê qedexeya reklaman bidin wan platforman. Bi vê yekê re kengî bixwazin dê bikarin bikarhinêran binçav bikin û lêpirsînan bidin destpêkirin.    ‘JI BO XELASIYA XWE ANÎN’    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê û endamê Komîsyona Edaletê Abdullah Koç têkildarî pêşniyazqanûnê bi ajansa me re axivî. Koç, anî ziman ku desthilatdarî ne ji bo civak û demokrasiyê lê ji bo xelaskirina xwe pêşniyazqanûnan tîne meclisê û wiha got: “Di demekî ku ber bi hilbijartinê ve, dixwazin rêya xwe paqij bikin. Dixwazin derhiqûqiyên xwe veşêrin û tevdîran bigirin. Bi vê teklîfê re pêvajoyeke tarî û dijdemokratîk li civakê ferz dikin. Bi xala 29’emîn re cureyekî sûc ê nû hatiye afirandin. Dixwazin rejîma otokratîk û yekzilamî bi her awayî serwer bikin. Ji bo ‘terorîzekirina’ kurdan, jinan, ciwanan û rêxistinên demokratîk ên girseyî ku têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd didin, ev teklîf anîn.”   ‘TEKLÎFA HILBIJARTINÊ’   Koç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sepanên dijdemokratîk ên TMK’ê bes nedikir ku dema rojnamegerek li ser medyaya civakî nûçeyekî parve dike dê weke sûc bê dîtin. Ev yek her wiha li dijî rêgeza “sûcê neqanûnî sûc nîne” ya TCK’ê û hûkmên Qanûna Bingehîn jî binpê dike. AKP-MHP dixwazin di vê pêvajoya ber bi hilbijartinê ve hemû dengên muxalîfan qut bikin, sûcên xwe binixumînin û nehêlin haya civakê ji van sûcan hebe. Mînak, yên ku dixwazin nûçeyên weke ya helîkoptera Wanê bînin ziman, bi sedema ‘ev nûçe nîne’ dikare bê astengkirin û bantê teng bikin. Dê nûçeyên derheqê îşkence û êrişa zayendî ya derheqê Garîbe Gezer de neyên parvekirin û nehêlin nûçeyên derheqê cezayên RTÛK’ê de bên dayîn. Qanûneke AKP û MHP’ê ya ji bo hilbijartinê ye.”    MA / Bêrîvan Altan