Li herêmên şer tevgera hewayî 2022-06-06 16:18:03   ŞIRNEX - Tevgera SÎHA’yan a ber bi heremên Zap,Metîna û Avaşîn ve destpê kir.   Êrîşên ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dane destpêkirin bênavber didomin. Li navçeya Elkê ya Şirnexê ber bi herêmên ku şer diqewime ve tevgera hewayî ya SÎHA’yan didome. Tevgera hewayî ji duh ve bênavber didome. Hate diyarkirin ku li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.