Xebatên AKP’ê yên 20 salan! 2022-06-07 10:43:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema desthilatdariya AKP’ê de ku afîşên “Me karê sed salan di 20 salan de kir” li bîlbordan daliqandine; daristan hatin tunekirin, çalakiyên çand û hunerê hatin qedexekirin û di encama tundiyê de 43 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.    Serokatiya Ragihandinê ya girêdayî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan afîşên bi ser navê “Me karê sed salan di 20 salan de kir” li bîlboardan daliqandin. Her wiha wêneyên karên ku qaşo kirine li van bîlboardan hatine kirin. Di afîşên bi îmzeya Erdogan de li gel reklamên “Danîna 5 milyar û nîv şitlan”, “Çêkirina 13 nexweşxaneyên bajêr ên di asta cîhanê de”, “Bûdçeya ji bo çand û hunerê 22 qat hate zêdekirin”, “Trîlyonek û 144 milyar TL ji bo veguhestinê hatin veqetandin” û “Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA)”, her wiha gotina “Rêjeya ji sedî 20 a netewîbûn û herêmîbûna pîşesaziya parastinê me derxist ji sedî 80’an” jî cîh girt.    Lê belê li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), endamên HPG, YJA Star, leşker, polîs, cerdevan, karker, zarok û jin jî di nav de, di nava van 20 salên desthilatdariya AKP’ê de bi giştî 43 hezar û 166 kesan jiyana xwe ji dest dan.    QADÊN DARISTANAN    Di dema desthilatdariya AKP’ê de ku dibêje “Me 5 milyar şitil danîn”, tenê li Şirnex û navçeyên wê, ji sala 2019’an heta 2021’an di encama şewatên ji hêla leşkeran ve hatine derxistin de bi hezaran donimên daristanê hatin şewitandin, dar û şitil bûn xwelî. Li gel vê yekê, bi hinceta operasyonên leşkerî yên li herêmê bi dehhezaran dar hatin birîn û ji bajar û herêmên cuda re hatin firotin.   Birîna darên li Şirnex û navçeyên wê ya ji hêla cerdevan û leşkeran ve di sala 2021’an de jî berdewam kir. Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê têkildarî mijarê raporek amade kir. Dema du daneyên cuda yên Midûriyeta Giştî ya Daristanan tên vekolandin, tê dîtin ku di navbera mehên sibat-îlonê anku di nava demekî kurt a biqasî 7 mehan de rêjeya daristana Şirnexê ji sedî 8 kêm bûye. Di raporê de wiha tê gotin: “Li gel ku daneyên fermî bi awayî ne, lê li gorî daneyên di encama xebatên li qadê hatine bidestxistin, xuya dibe ku ev rêje gelek zêdetir e.” Hat gotin ku rayedar li şûna pêşîlêgirtina vê rewşê, ji bo qadên daristanê dest bi xebata “kêmkirina daran” kirine.    Di encama şewatên di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxa sala 2020’an ên li Bestayê de 21 herêm bi tevahî şewitîn. Bi hezaran darên li qadên Girê Deyîncê, Şerevan, Girêhelêziyê, Pişta Reşa, Girê Gimê, Tilmê Girduşê, Girê Mêrgumar, Sêro, Rîsor, Lama Kitkê, Girê Kenîferşkê, Girê Zîyaret, Tehtê Gozkê, Dimdimo, Mexelê Yasîn, Zilê Hûr, Kela Sor û Girê Givarayê hatin şewitandin.    Ji meha gulanê heta mijdarê, li çiyayên Cûdî, Gabar û li herêma Bestayê 31 caran şewat derketin. Di encama van şewatan de bi hezaran dar şewitîn û ziyaneke mezin gihişt bax û baxçeyên gel. Ji van şewatan hinek jê di encama operasyonên leşkerî de û hinek jî di encama êrişên helîkopteran de derketin. Ji bo herêmên ku bi tevahî şewitîn jî tu projeyeke çandina daran nehat pêşxistin.    LI ŞIRNEXÊ NEXWEŞXANEYEKE BAŞ TUNE YE   Afîşên nexweşxaneyên bajaran jî di bîlboardan de hatine daliqandin. Lê belê ne welatiyên li bajêr û ne jî yên li navçeyên wê nikarin li tu nexweşxaneyan sûdê ji mafê tedawiyê bigirin. Li van nexweşxaneyan bijîşkên gelek beşan tune ne û di peydakirina dermanan de jî pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber van kêmaniyan jî di gelek branşan de emeliyat nayên kirin. Ji ber ku MR (Wêneyê Rezonans Manyetîkê) jî xerabe ye, nexweşan dişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Li Şirnexê welidîn zêde ye lê belê di astekî têrker de pisporên welidînê û hemşîre tune ne. Her wiha li Cizîrê rêjeya germahiyê derdikeve heta pileya 49’an jî lê belê pergala hênikkirinê li nexweşxaneyê tune ye û xebatkar û nexweşên li nexweşxaneyê jî bi saya vantîlatoran hewl didin xwe hênik bikin.    PROJEYA NEXWEŞXANEYA NÛ!   Ji bo xizmeta tenduristiyê ya xelkê Cizîrê, projeya çêkirina nexweşxaneyeke nû ya bi kapasîteya 500 cihên razanê hate amadekirin û di sibata sala 2019’an de di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Projeya çêkirina nexweşxaneyê ku gelek dûvdirêj ajot, di her hilbijartinê de ji hêla AKP’ê ve weke amûra propagandayê tê bikaranîn. Piştî ku AKP’ê di 31’ê adara 2019’an de Şaredariya Şirnexê bi dest xistî, cihê çêkirina nexweşxaneyê ji gundê Tilêla yê Cizîrê veguhestin gundê Îkîzce yê Şirnexê.    Di rojên berê de îhaleya nexweşxaneyê hate betalkirin. Lê belê têkildarî mijarê tu daxuyanî nehatin dayîn.    KARÊ WAN Ê RÊYAN BÛYE ÇÊKE-XERAB BIKE    Desthilatdariya AKP’ê bi çêkirina rêyên duble pesnê xwe dide û her tim li ser bîlbaordan pêşkeş dike. Lê belê ji Rêya Armûşê ya dîrokî bigire heta rêyên din, hema hema li hemû rêyên li herêmê qezayên trafîkê çêdibin. Rêya di navbera Şirnex-Cizîrê de ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu tev li merasîma vekirina wê bûbû, veguheriye pêlîstokê. Xebatên çêkirina Rêya Armûşê jî ku ev zêdetirî 10 sal in berdewam dikin, di nîviyê de hatin hiştin. Li ser vê rêya ku hêj xetên şerîdê jî li ser nehatine xêzkirin, her roj bi dehan qeza çêdibin.    SOZA ŞER    Di encama polîtîkayên şer ên AKP’ê de li bajêr û navçeyên wê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bajar li ser xeta sînor e û li her çar aliyên wê şer û pevçûn hene. Di bîlboardên AKP’ê de reklama ÎHA û SÎHA’yan hatibûn kirin û vê yekê jî rê li ber nerazîbûna gel vekir.    ÇAND Û HUNER    AKP, di bîllboardan de îdiaya “Me bûdçeya ji bo çand û hunerê 22 qatan zêdetir kir” tê kirin. Lê belê tenê di dema Rewşa Awarte (OHAL) ku di 2016’an de hate ragihandin, bi sedan komeleyên çand û hunerên hatin girtin. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de ku bi razemaniya ji bo çand û hunerê pesnê xwe dide, çalakiyên çand û hunerê yên bi kurdî hatin qedexekirin, bernameyên hunermendên kurd hatin betalkirin û ji ber ku şanoyên li cîhanê bi nav û deng li kurdî hatine wergerandin, hatin qedexekirin. Tenê di 8 salên dawî yên desthilatdariya AKP’ê de 2 jê zarok 50 kes ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişan hatin û ji van 5 jê hatin qetilkirin.    43 HEZAR Û 166 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di encama polîkayên desthilatdariya AKP’ê yên 20 salan de, mirinên zarokan, cînayetên kar û komkujiyên jinan jî di nav de, bi giştî 34 hezar û 852 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di dema vê pêvajoyê de leşker, polîs û cerdevan jî di nav de 577 kesan jî xwe kuştin. Di encama pevçûnên vê pêvajoyê de 7 hezar leşker, polîs, cerdevan û endamên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 salên desthilatdariya AKP’ê de bi giştî 43 hezar û 166 kesan jiyana xwe ji dest dan. Jin, zarok û kal jî di nav de, di encama êrişên hewayî yên bi SÎHA’yan ên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de bi giştî 112 sivîl hatin qetilkirin.