Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir 2022-06-07 14:54:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd û nivîskar Eyûb Barzanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da û wiha got: “PDK’ê, Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir.”    Bertekên li dijî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Tirkiye ku ev 52 roj in di êrişên xwe de tu pêşketin bi dest nexistine, hewl dide hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê raste rast beşdarî şer bike. Siyasetmedarê kurd û nivîskar Eyûb Barzanî têkildarî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê bi Rojnewsê re axivî.    Eyûb Barzanî diyar kir ku ev bi dehan sala ye Tirkiye êrişî başûrê Kurdistanê dike, dagir dike û wiha got: “Di van demên dawî de dagirkeriya xwe berfirehtir kirine û bi dijwarî êriş dike. Dewleta tirk ji demên berê ve Başûr dagir kiriye û ev dagirkerî wek nexweşiyekî kronîk e. Desthilatdariya dewleta tirk a li ser Başûr zêde bûye. PDK’ê Herêma Kurdistanê radestî dewleta tirk kiriye. Êdî biryarên Hewlêrê, dewleta tirk dide. Tirk çawa dixwaze, wisa li Başûr dike. PDK li şûna ku pişta xwe bide gel, niha pişta xwe dide dewleta tirk.”   ‘GELÊ BAŞÛR JI DESTHILATDARIYA HEYÎ ACIZ E’   Bi domdarî Barzanî anî ziman ku di nava malbata Barzanî û PDK’ê de gelek kesên rêzdar hene û wiha domand: “Ji van kiryarên PDK’ê nerazî ne û pê diêşin. Di nava desthilatdariya Başûr de azadiya kesî nîne. Tenê hinek kes hene û bêyî hilbijartinê dibin rêveberên Başûr. Kesek li gorî serê xwe biryaran dide û kes nikare jê re bibêje ya te xelet e. Hewcehiya başûrê Kurdistanê bi guherînên bingehîn hene. Li gor min, heta ku ev desthilatdarî hebe dê Başûr tu carî aram nebe û tu guherînên erênî çênebin. Gelê Başûr vê desthilatdariyê naxwaze û hêviyeke wan jê nema ye. Dijmin anku dewleta tirk nahêle desthilatdariya Başûr bikeve. Ji ber ku bi kêrî wan tê. Gel ji hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re bêzar bûye û li dijî wan e. Gelo bi rastî jî çawa dikarin bi dijminên kurdan re tevbigerin? Lê rewşenbîr, siyasetmedar û gelek kesên din, dikarin çareseriyê ji vê pirsgirêka başûrê Kurdistanê re bibînin.”   ‘PKK JI BO BAŞÛR DESTANEK E’   Têkildarî rola PKK’ê ya ji bo başûrê Kurdistanê jî Eyûb Barzanî ev nirxandin kir: “PKK jî di nav de hemû partiyên Başûr dikarin bi nîqaş û hevdîtinan rêyekî bibînin. Pirsgirêkên kurdan gelek in û tenê kurd dikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Destê hêzên derve di van pirsgirêkan de hene. Gelo çawa dibe ku hindek hêz ji Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurd bixwazin? Dewleta tirk dijmin e û divê her kurd vê yekê bizane. PKK’ê li Herêma Kurdistanê, dîrok nivîsandiye. Ger PKK nebûya rewşa me karesat bû. PKK’ê Şengal parast û ji fermanekî mezin rizgar kir. Berxwedana PKK’ê ya li Başûr û Şengalê destaneke. PKK’ê rê li DAIŞ’ê girt. Her kesê reva PDK’ê ya ji Şengalê dît û ew rev rûreşiyek bû. Wek tirsonekan reviyan. PKK’ê jî ji bo gelê Şengalê reviya û bi hewara êzdiyan çûn. Dewleta tirk ji hêza PKK’ê ditirse û dixwaze şerekî mezin di nava kurdan de bide destpêkirin.”