Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn 2022-06-07 16:47:40   AMED - Nûçegıhanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr wê di salevegera 30’emîn a qetilkirina xwe de ji aliyê hempîşeyên xwe ve were bîranîn.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) wê di salvegera qetilkirina nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de hatibû qetilkirin sibê li Kolana Hafiz Akdemîr a li Caddeya Melîk Ahmet a li navçeya Sûra Amedê bi bîr bîne. Bîranîna ku hempîşeyên Akdemîr wê tev li bin dê saet 14.00’an de dest pê bike.