Li Çiyayê Gabarê şer derket 2022-06-07 16:48:45   ŞIRNEX - Hate ragihandin ku di operasyona leşkerî ya li Çiyayê Gabarê de pevçûnên dijwar diqewimin.    Hate ragihandin ku di operasyona leşkerî ya li Çiyayê Gabarê hatiye destpêkirin de pevçûnên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku bi pevçûnan liv û tevgera SÎHA’yan û helîkopteran jî dest pê kiriye û didome. Her wiha duh gelek wesayîtên leşkeri jî ber bi Cudî û Gabarê ve bi rê ketibûn.