Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn 2022-06-07 17:10:46   STENBOL - Axaftinên ku Mûhammed Eren Sutçu êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê plan kiriye derketin holê û dadgehê jî bi sûcdariya "hewldana kuştinê" biryara bêpeywiriyê da û dosyayê ji dadgeha cezaya giran re şand.    Di 28'ê kanûna 2021'an de êrişkarê bi navê Eren Sutçu êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kiribû û hewl dabû 2 endamên HDP'ê bikuje û xesarê dabû avahiyê. Ji ber vê êrişê bi sûcdariya "gefa biçekê" , "heqaret" , "hewldana birîndarkirina biçekê" doz li Mûhammed Eren Sutçu hatibû vekikirin. Yekemîn danişîna dozê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Bakirkoyê hat dîtin.     Êrişkar Sutçu ji Girtîgeha Hejmara 1 a Metrîsê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzerên HDP'ê, parêzerên OHD'ê û gelek HDP'î tev li danişînê bûn û dozê şopandin.    Di danişînê de axaftinên ku Sutçu êrişê plan kiriye derketin holê û dadgehê jî bi sûcdariya "hewldana kuştinê" biryara bêpeywiriyê da û dosyayê ji Dadgeha Nobedar a Cezaya Giran a Bakirkoyê re şand.