ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-08 09:00:04   * Hat hînbûn ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû ku ji peywirê hat girtin, "Qada Avahiyan" a li Peyasê jî kiriye qada bazirganiyê.    *  Malbatan diyar kir ku dê li ber îşkenceya ku beriya danişînê li girtiyên di Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê de hatiye kirin bêdeng nemînin û gilî bikin.    * Parlementera Parlementoya Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr destnîşan kir ku tu cudahiya Tirkiyeyê ji "DAIŞ"ê tune ye û got: “Dagirkerîya Tirkiyê ne tene li ser erda Kurdîstanê ye, li ser tevahiya axa Iraqê ye. Dagirkirinek mezin heye."    * Şeniyên Elkê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP-MHP'ê da û gotin:"Ji vir şûnde pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê nema.Em biratiya wî qebûl nakin."    * Amediyan bal kişand ser "Meşa Gemlîkê" ku dê di 12'ê Hezîranê de li dijî tecrîdê bê lidarxistin û ji bo tevlîbûnê bang kirin.   * Girtî Segvan Yaman, di sala 2016’an de li Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê bi îdiaya “întîhar” kiriye jiyana we ji dest dabû. Dayika wî Bîjan Paksoy destnîşan kir ku kurê wê her tim bi îşkenceyê re rû bi rû maye, lê li dijî hemû zext û zoriyan jî dest ji berxwedan û têkoşînê bernedaye.    * Bi hezaran kes ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî amadekariyên Meşa Gemlîkê dikin. Girseya ku dê tevli Meşa Gemlîkê ya Mezin a 5'an bibin dê bi dirûşmeya "Li dijî siyaseta tecrîda parastina azadiyê" bimeşin.    * Alîkara Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Amedê di bin navê "tetbîqatê" de zext li rojnamegeran tê kirin û xwegihandina amûrên paqijiyê ya girtiyan tê astengkirin û got ku derbarê binpêkirinên li girtîgehê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.    * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 457'an de berdewam dike.    * 4'emîn danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li parêzerên PKK'ê Abdûllah Ocalan hatibû vekirin wê li 33'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Nobetên edaletê yên malbatên girtiyan nexweş wê li Amed û Îzmîrê berdewam bikin. (11.00-16.00) ZINDÎ   * Platforma Hunermendan a Çûkûrovayê wê derbarê qedexekirina lîstika şanoyê ya "Tartûffe" de li Parqa Ozgur Çoçûk a Mêrsînê daxuyanî bide. (12.30)   * Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), wê rojnameger Hafîz Akdemîr ku di 8'ê hezîrana 1992'yan de hatibû kuştin li kuçeya Hafiz Akdemîr a li ser kolana Melîkahmetê bi bîr bîne. (14.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya HDP'ê encamên 4'emîn Konferansa Mezin a partiya xwe aşkera bike.