Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne 2022-06-08 09:06:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Parlamentoya Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr destnîşan kir ku tu cudahiya Tirkiyeyê ji "DAIŞ"ê tune ye û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyeyê ne tene li ser erda Kurdistanê ye, li ser tevahiya axa Iraqê ye. Dagirkirineke mezin heye."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ji 17'ê nîsanê ve didomin. Her wiha li gelek deveran jî li dijî van êrişan û hevkariya PDK'ê bertek û nerazîbûn tên nîşandan. Di 2’yê hezîranê de li herêma Mêrgepan a Silêmaniyeyê gelek nivîskar, rojnameger, akademîsyen, aktîvîst û siyasetmedarên Herêma Federal a Kurdistanê û endamên Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hev kom bûn û êrîşên Tirkiyeyê nîqaş kirin. Parlamentera Parlamentoya Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr têkildarî komxebata hatiye kirin û êrişên Tirkiyeyê axivî.   ‘WEKÎ DAIŞ'Ê YE'   Rêzan Şêx Dilêr daxuyand ku pêwîste li dijî êriş û dagirkirina dewleta Tirkiyeyê li her çar parçeyên Kurdistanê hêzeke yekgirtî pêk were û wiha got: "Dewleta tirk dewleteke dîktator e. Bi taybetî li dijî gelê kurd cudahiya wê ji DAIŞ’ê nîn e. Mîna DAIŞ'ê êrişî gelê kurd dike. Tirkiye tehemûla kurdan nake. Tirkiye ji bo êrişan tu ferqê naxe navbera bajarên kurdan. Herî dawî li Silêmaniyeyê kurdek bi destê MÎT a tirkan hat kuştin. Li dijî van rewşan divê yekrêziya kurdan were parastin û di vî alî de sîyasetek were meşandin.”   'ÊRIŞÊ DIBE SER TEVAHIYA IRAQÊ'   Şêx Dilêr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser komxebata ku li Silêmaniyeyê li dijî êrişên dewleta tirk hatiye kirin ku di vê komxebatê de ji bo yekitiyê bang li kurdan hatibû kirin û wiha domand: "Tê zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Li dijî van êrişan li herêma Mêrgepan a bajarê Silêmaniyeyê komxebatek hat kirin. Gelek çalakvan, sîyasetmedar, parlamenterên Iraq û Kurdistanê û gelek rewşenbîr û akademîsyen li gel hev civiyan. Her wiha ev êrişên ku tên kirin ne tenê êrişên bejahî û hewayî ne. Di heman demê de di çarçoveya êrişên xwe de xelkê sivîl jî dikuje. Pêwîst e were zelalkirin ku dagirkerî tenê ne li ser erdên Kurdistanê ye, li ser tevahiya axa Iraqê ye û dagirkirineke mezin heye.”   ‘EM PÊŞÎ LI BER DAGIRKIRINÊ BIGIRIN'   Bi domdarî Dilêr destnîşan kir ku divê li dijî êrişên Tirkiyeyê hemû çalakvan, siyasetmedar û rewşenbîr xwedî helwest bin da ku pêşî li van êrîşan were girtin û axaftina xwe wiha qedand: "Me gelek nîqaşên berfireh kirin û em ê xebatên bi vî şiklî bidomînin. Em ê îmze kom bikin û bişînin Bexdayê. Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em ê encamekê bi dest bixin. Pêwîste ku li dijî êrişên Tirkiyeyê tenê ne herêmên kurdan, divê bi tevahiya Iraqê û dewletên Rojhilata Navîn jî xwedî helwest bin. Êrîşên Tirkiyeyê ji bo tevahiya gelan metirsiyeke mezin e."