Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e 2022-06-08 09:12:15   AMED - Amediyan bal kişand ser "Meşa Gemlîkê" ku dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîdê bê lidarxistin û ji bo tevlibûnê bang kirin.   Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999'an heya niha di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Her wiha her ku diçe tecrîda li Îmraliyê girantir dibe û zêdetirî salekê ye tu xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî nayên qebûlkirin.   Girêdayî vê çalakî û nerazîbûnên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan jî didomin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîdê, bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin" "Meşa Gemlîkê" li dar bixin. Amediyan ji bo meşê bang kirin.      Welatiyê bi navê Mehmed Zahir Gultekîn anî ziman ku bi sedan sal e pirsgireka kurd li vî welatî heye û çareseriya pirsgirekî jî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Gultekîn bi lêv kir ku ev demeke dirêj e Ocalan bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin û wiha got: “Heke ew tecrîd di destpêkê de rabûna dê ev welat jî neketana vî halî û hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelê tirk wê baştir bûna. Em tecrîdê şermezar dikin û tu car jî qebûl nakin.”   ‘MEŞ JI BO HEMÛ GELAN Û MAFAN E’   Gultekîn bal kişand ser "Meşa Gemlîkê" ku dê di 12'ê hezîranê de ji bo şikandina tecrîdê bê lidarxistin û wiha bang kir: "Banga min ji bo tevahiya gelê me û gelê tirk e. Kesên ku dikarin tev li bibin bila xwedî li çalakiyê derkevin. Ji bo me pir girîng e. Gelê Stenbolê, Îzmîr, Kocaelî û kesen ku nêzin teqez divê tev li çalakiyê bibin. Ew meş ji bo hemû gel û mafan e.”   ‘ÇAVÊ KURDAN LI RÊYA ABDULLAH OCALAN E’   Welatî Mehmed Yosunkaya jî diyar kir ku daxwaza wan rakirina tecrîdê ye û wiha domand: "Gelê kurd hemû dixwaze tecrîd rabe û Abdullah Ocalan derkeve. Bila gel jî bibin yek û destê xwe bidin hev û xwedî li çalakiyê derkevin. Çavê kurdan li rêya Abdullah Ocalan e. Em hemû jî azadiya wî dixwazin. Heke em gel jî nebin yek û xwedî li meşê dernekevin wê wisa bidome. Em azadî û aştiyê dixwazin, em dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn."   ‘ABDULLAH OCALAN RÊBERE ME YE’   Welatî Bilind Sur jî bi lêv kir ku heke tecrîd rabe dê pirsgireka herî mezin jî bi dawî bibe û aştî û aramî were vî welatî. Sur, ji bo tevlibûna meşa 12’ê hezîranê bang li gel kir û ev tişt anî ziman: "Ew meş wê hezekê jî bide gel. Lewma pir girîng e. Heke ew meş xurt bibe dê tecrîd jî rabe. Ji ber wê bila gel ji bo hebûna xwe ji bo aştî û zimanê xwe tev li meşê bibe. Abdullah Ocalan rêber û pêşengê me ye. Divê ew tecrîd bê şikandin.”   'PEVAJOYA ÇARESERIYÊ'   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Sazaî Çapar jî pevajoya çareseriyê ya di navbera 2013- 2015’an de bibîr xist û wiha pê de çû: "Li gorî berjewendiyên xwe ew pevajo xirab kirin. Wê demê her tişt baş bû. Tecrîd li ser kê dibe bila bibe tiştekî baş nîn e. Tecrîd rabe wê biratî û aştî were, ji ber wê rakirina tecrîdê û meşa ku bêlidarxistin tiştekî baş e. Heke tecrîd rabe dê pirsgireka kurd jî çareser bibe.”   Her wiha welatiyê bi navê Mûstafa Akgul jî der barê mijarê de destnîşan kir ku heta gel ranebe ser pêyan tiştek çareser nabe.   ‘TECRÎD LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Welatî Ramazan Cengîz jî anî ziman ku divê pirsgireka kurd li ser maseyê bê çareserkirin û ji bo Meşa Gemlîkê jî wiha axivî: “Çend sal in hevdîtin bi Ocalan re çenabin, divê bi parêzer û xizmên xwe re hev dîtine çêbike. Pirsgirêk li ser maseyê tê çareserkirin, tecrîd dijî mirovahiye ye. Divê çalakiyên bi vî rengî her tim bên lidarxistin. Ew meş ji bo aştiyê jî destpêkek e. Divê tevlibûna xurt be. Tevlibûn çiqas xurt be dê ewqas dengekî bilind derkeve."   Derheqê mijarê de Ramazan Nesîm jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li her derî belav bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Ocalan û bi hezaran girtî di girtîgehan de ne. Rewşa girtiyan qet baş nîn e. Divê tecrîda li ser Ocalan û hemû girtîgehan bê rakirin. Ji ber we jî ev meş pir girîng e. Divê hemû kes tev li meşê bibe."