Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye 2022-06-08 09:44:06   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê zarokeke 16 salî ku tê îdiakirin xwestiye xwe bikuje, bi giranî birandar bû.   Hate îdiakirin ku li Xaçerêya Ûgûr Kaymaz a li Taxa Tepebaşi ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê zaroka bi navê Z.T. ji ber sedemeke nediyar xwestiye xwe bikuje. Z.T. ya tê îdiakirin xwe ji şaneşîna mala xwe ya qata 4'an avêtiye xwarê û ketiye ser wesayîta bavê xwe. Piştî ku kesên li derdorê agahî dan, tîmên tendûristiyê ji cihê bûyerê re hatine şandin. Tîmên tenduristiyê Z.T. ya bi giranî birîndar bûye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.   Hat zanîn ku zaroka bi navê Z.T. hatiye emeliyatkirin û rewşa we ya tendûristiye giran e.