Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin 2022-06-08 10:41:15   ŞIRNEX - Polîs û cendirmeyan di saetên serê sibehê de li Şirnex û gundên wê bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin.    Polîs û cendirmeyan di saetên serê sibehê de li navenda Şirnexê û li gundên Avgamasya, Sirêrehlê û li xaniyên AFAD’ê bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin. Di malên ku bi ser de hatiye girtin bi saetan lêgerîn hate kirin û rewşa awarte ya li gundan berdewam e. Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdurahman Yildiz, Salîh Ceylan, Haci Ustun, Halîd Gungen û Hacî Ustun.”   Hate zanîn ku kesên hatine binçav kirin birine Liq a Şirnexê. Tê payîn ku hejmara kesên binçavkirî zêdetir bibe.