ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-09 09:00:01   * Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç got: "PDK, nikare destkeftiyên kurdan ên li parçeyên din ji nedîtî ve bê. Ne kurd ne jî dîrok vî tiştî efû nake. Divê polîtikayeke li ser esasên destkeftiyên kurdan esas bê girtin."   * Aktivîstên TJA'yê diyar kir ku tecrîda ku li seranserê welêt belav bûye tenê ne pirsgirêka kurdan e û gotin, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê Ocalan azad bibe.    * Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl diyar kir ku li Mereşê "polîtîkaya xalîkirina ji mirovan" bi qirkirina xwezayê tê domandin û got: "Polîtîkayên xalîkirina ji mirovan ên dûr û dirêj bişavtina spî bi xwe ye. Bişavtina spî jî bi qasî êrişên fizîkî talûke ye."    * Li kêleka Girtîgeha Saray Kapiyê ya Sûrê 2 îskelet û gelek hestiyên mirovan hatine dîtin. Karkerên li wir xebitîne ragihandin ku hestî li qamyonên hafriyatê hatine barkirin û ew birine.    * Hunermend Firat Med tekildarî strana xwe ku li Kanal D'yê bê destûr hatibû weşandin axivî û got: “Hunera me lîstoka wan nîne, em li ser kesên ku strana min bê destûr weşandine lêkolîn dikin.”   * Kezîbe Buyukbaş ku ev 7 sal in nikare kurê xwe yê girtî bibîne û bi hesreta wî nexweş e û got ku zilm li wan tê kirin.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 458'an de wê berdewam bike.    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ji ber binçavkirina rojnamegeran wê serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bike. Wê li Mersînê jî rojnameger daxuyanî bidin. (09.30-14.00)   * 13'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed, Îzmîr û Stenbolê berdewam bike. (11.00-16.00)    * Danişîna doza ku di bin navê "KCK'ê" de li 46 rojnamegeran hatiye vekirin wê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.40)   * Odeya Tabîban a Amedê wê derbarê tundiya ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê pêk hatibû li ber servîsa lezgîn daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)