Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin 2022-06-09 09:01:32   WAN - Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç got: "PDK, nikare destkeftiyên kurdan ên li parçeyên din ji nedîtî ve bê. Ne kurd ne jî dîrok vî tiştî efû nake. Divê polîtikayeke li ser esasên destkeftiyên kurdan esas bê girtin."   Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, anî ziman ku PDK bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê zirarê dide destkeftiyên kurdan.      'POLÎTÎKAYEKE LI SER ESASÊN DESTKEFTIYÊN KURDAN'   Kamaç bal kişand ser destkeftiyên kurdan ên li Başûr û Rojavayê û got: "Li Rojhilata Navîn tu kes bêyî kurdan nikare projeya xwe pêk bîne. Dewletên herêmê jî hewl didin van destkeftiyan ji holê rakirin û 'pergala cîhana nû' ava bikin û ji bo vê jî polîtîkayeke ku bi kurdan bide windakirin esas digirin. PDK, li Başûr 30 sal in xwedî rêvebiriyekê ye û lewma ji ber 'berjewendiyên Başûr' nikare destkeftiyên kurdan ên li parçeyên din ji nedîtî ve bê. Ne kurd ne jî dîrok vî tiştî efû nake. Çi dibe bila bibe tu hêzeke kurdan divê ji bo bejewendiyên xwe yên herêmî nekeve nava hesabên tunekirina destkeftiyên kurdan ên li herêmeke din. Hêzên kurd hemû divê di vî warî de baldar bin. Divê polîtikayeke li ser esasên destkeftiyên kurdan esas bê girtin."     'DÊ ZIRARÊ BIDE YEKÎTIYA NETEWEYÎ'   Kamaç bal kişand ser xebatên ji bo yekitiya neteweyî jî û got, yekitî ji bo kurdan "xeyalekî 400 salî ye." Kamaç destnîşan kir ku kurd ji dema Ehmedê Xanî heya niha li ser yekitiyê diaxivin û wiha axivî: "Sedema ku heya niha kurdan winda kiriye jî nebûna yekitiya neteweyî ye. Xebatên ji bo yekitiya enteweyî yên demên dawî pir hêja ne. Dê liv û tevgereke berevajî ya herêmeke kurdan an jî partiyeke kurdan zirarê bide xebatên yekitiya neteweyî."    Kamaç destnîşan kir ku PDK divê dest ji pratîkên ku zirarê didin yekitiya neteweyî berde û got: "Em di heyameke wisa dîrokî re derbas dibin. Di heyameke ku kurd ev qasî destleftî bi dest xistine. Lewma divê hemû hêzên kurdan xwe ji pratîkên zirarê didin yekîtiya neteweyî dûr bixin. Her gaveke PDK'ê çi erênî çi neyînî dê bandorê li destkeftiyên kurdan bike. PDK, çi dibe bila bibe gava gav avêtin divê kurdan esas bigire. Statuya Başûr a niha di nava çar dewletan de ye bi tena serê xwe ne tiştek e û ev dewlet roja bixwazin dikairn vê statuyê ji holê rabikin. Ev yek ji bo tevahiya parçeyên din jî derbasdar e."