‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’ 2022-06-09 10:45:14   STENBOL – Rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine binçavkirin dan û wiha gotin: “Ev êriş, sansûreke fîîlî ye. Ya ku dikeve ser milê hempîşeyên me ew e ku piştgiriyeke xurt bidin û bibin dengê wan.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan duh bi ser gelek malan de girtin û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç jî di nav de bi giştî 21 rojnameger binçav kirin. Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn û biryara girtîgehê ku parêzeran dixwest jî bi hinceta “lêgerîn û çalakiyên binçavkirinê berdewam in” hate redkirin.    Gelek derdoran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan. Têkildarî mijarê rojnameger Fehîm Işik, Candan Yildiz, Mûrat Sabûncu û Alî Demîrhan bi ajansa me re axivîn.    ÇAPEMENIYA AZAD LI BER NE DANΠ   Rojnameger Fehîm Işik bal kişand ser salên 90’î û wiha got: “Wê demê bi dehan rojnamegerên kurd ji hêla JÎTEM’ê ve hatin qetilkirin. Niha jî rojane hevalên me tên binçavkirin. Êrişa li dijî rojnamegerên kurd her tim berdewam in. Çapemeniya azad xebatên xwe ji wê rojê heta niha bênavber domandin. Bedela wê çi dibe bila bibe ev peywira xwe bi serfirazî pêk anîn. Di van binçavkirinên dawî de mijarek heye ku bala min dikişîne. Hewldanek heye ku êrişên li dijî çapemeniya kurd weke êrişeke asayî nîşan bidin. Rojnameger û derdorên ku xwe weke muxalîf dibînin jî ketine nava helwesteke ‘heke êriş li dijî kurd û çapemeniya wan be tiştekî asayî ye.’ Bertekekî nîşan nadin. Heta piştgiriyê didin van sepanên barbar ên desthilatdariyê. Desthilatdarî dixwaze tevahiya medyayê têxe kontrola xwe û bi nûçeyên derew ên medyaya alîgir re gel manîpûle bike.”    ‘DÊ SIBE BIÇIN MALÊN WAN JÎ’    Bi domdarî Işik anî ziman ku desthilatdarî hewl dide çapemeniya kurd krîmînalîze bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de her ku bêdeng diman, desthilatdarî hîn bihêztir bûn. Sepanên xwe yên faşîst bêhtir xistin meriyetê û bi demê re bêhtir êrişî derdorên cuda kirin. Ne tenê kurd û çapemeniya wan di hedefa êrişan de ne. Dê desthilatdarî biçe mala her kesê li dijî faşîzmê disekine û yên dibêjin ‘xwe têkilî min nakin’ û xwe li bêdengiyê datînin jî. Çapemeniya kurd tevî komkujiyan jî paşdegav neavêt û dê îro jî neavêje. Ya ku dikeve ser milê hempîşeyên wan jî ew e ku li wan xwedî derkevin û bibin dengê wan. Heta ku wiha nebe, em ê bibin şirîkên vî sûcî.”      BINÇAVKIRIN SANSÛREKE FÎÎLÎ YE    Rojnameger Candan Yildiz jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegeran her tim domiyane û ev tişt anî ziman: “Hedefa ewil jî rojnamegerên kurd in. Ev rewş her tim wiha domiya ye. Piştî hewldana darbeyê ya 2016’an, Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) re Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), JINHA, Ozgur Gundem û gelek ajans û rojnamegerên din hatin girtin. Dezgehên çapemeniyê yên li ser şopa wan jî rastî heman zextan hatin. Li gel binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kurdan, her wiha kuştina Kemal Kurkut, Ceylan Onkol, valakirina gundan, cînayetên kiryarnediyar, qeyûm û nelirêtî kirin nûçe.”    Di berdewamê de Yildiz bal kişand ser gefên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Divê ev binçavkirin, weke sansûreke fîîlî bê dîtin. Her wiha hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Naxwazin haya gel ji geşedanan hebin. Dixwazin rojnamegeran bitirsînin û nehêlin karên xwe bikin.”    SABUNCU: EM Ê DEV JI PIŞTEVANIYÊ BERNEDIN   Nivîskarê T24’ê rojnameger Mûrat Sabûncû jî bi lêv kir ku zext û binçavkirin ne tenê bi demekî re bisînor e û wiha derbirî: “Ev yek li Tirkiyeyê her tim heye. Kurd an jî tirk, bi gelemperî li dijî rojnamegeran her tim zextek heye. Desthilatdariyê ev rewş êdî veguherandiye rewşeke domdar. Bi taybet jî bi nêzbûna hilbijartinê re ev zext dê zêdetir bibe. Ev zext îro jî heye û duh jî hebû. Di dema Ozgur Gundemê de jî hebû. Lewma em ê dev ji piştevaniya xwe bernedin.”    DEMÎRHAN: EM Ê BÊDENG NEMÎNIN   Têkildarî mijarê edîtorê Sendika.org’ê Alî Demîrhan jî got ku desthilatdarî hewl dide krîza siyasî ya ku dijî bi êrişên li dijî rêxistinên girseyî yên demokratîk û rojnamegeran asayî bike û wiha got: “Divê zext û binçavkirin jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Her wiha polîtîkaya şer di dewrê de ye. Texmîna min wisa ye ku dê vê zextê zêdetir bikin. Ya ku dikeve ser milê rêxistinên çapemeniyê, rojnameger û raya giştî jî ew e ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Divê bi tu awayî biçûk nebînin û piştevaniya xwe zêdetir bikin. Ez ê tev li konferansa Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê ku dê li Îzmîrê bê lidarxistin bibim. Ji bo ku asta zextên li ser çapemeniya kurd bidim fêmkirin, dê weke pêşnûmeyekê bidim wan. Em ê zexta desthilatdariyê ya li ser rojnamegeran teşhîr bikin.”    MA / Mehmet Aslan