Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn 2022-06-09 12:03:30   RIHA - Mehmet Metîn Îzol ê ji malbata wî 6 kes hatin kuştin û hatibû berdan, dîsa hat girtin. Serhat Ferman Îzol ê derbarê wî de biryara girtinê hat derxistin jî xwe veşartiye.    Li gundê Çeltika Siwêrega Rihayê di 15’ê hezîrana 2019’an de di navbera malbatan de şerê “nelihevkirina erdan” derketibû. Malbata Parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol, êrişî ser malbata Serdar Îzol kiribûn. Di encama êrişê de ji malbata mexdûr Meral Îzol û lawê xwe Mûsa Serhat Îzol, Hakki Îzol û Zozan Îzol hatibûn kuştin. Di 1’ê hezîranê de danişîna 11’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê ya 2’yemîn hatibû lidarxistin. Derbarê bersûc Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol de biryara berdanê hatibû dayîn. Dozger îtirazî biryarê kir û ji nû ve biryara girtina Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol hat dayîn.    Mehmet Metîn Îzol ê di bûyerê de dayika xwe Meral û birayê xwe Mûsa Serhat Îzol winda kir û ew jî birîndar rizgar bûbû, duh li gundê Çeltikê hat binçavkirin. Îzol ji aliyê Dadgeha Rihayê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Siwêregê.    Hat zanîn ku Serhat Ferman Îzol ê derbarê wî de ji nû ve biryara girtinê hat dayîn, nehatiye girtin û biryara girtina wî didome. Hat îdiakirin ku beriya biryara girtinê xeber dane Serhat Ferman Îzol û xwe veşartiye.    Danişîna 12’yemîn a dozê taloqî 5’ê cotmehê hat kirin û dê li Dadgeha Aksarayê were lidarxistin.