Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim 2022-06-09 13:15:39 RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar ku ev 458 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê bênavber çalakiya Nobeta Edaletê didomîne wiha got: “Li gel ku pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene jî lê belê heta edalet pêk tê ez ê ji vir ranebim.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 458’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li ser derenceyên edliyeyê dest bi çalakiya xwe kir. Malbatê, qala têkoşîna xwe û dosyaya dozê bo parêzer û welatiyên rêya wan bi edliyeyê ketin kirin.    Li gel ku pirsgirêkên tenduristiyê hene jî dayika Emîne Şenyaşar çalakiya xwe bênavber didomîne. Dayika Emîne, têkildarî rewşê wiha got: “Ev 458 roj in em li vir rûdinin. Tevî ku tu sûcekî kurê min Fadil nîne jî ev 4 sal in di girtîgehê de tê girtin. Heta ku edalet pêk tê jî ez ê ji vir ranebim. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Du daxwazên me hene; berdana kurê min û girtina hemû kesên beşdarî komkujiyê bûne. Lê heta niha jî ev daxwazên me pêk ne anîn û heta ku pêk tên jî ez ê bêm vê derê.”    ‘YÊN KU BO BI MILYONAN BÛNE HÊVÎ...’    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesabên lîstikvan Mûjdat Gezen, Nîhal Yalçin, hunermend Aynûr Dogan û hevjîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di sala 2015’an de li Sûr a Amedê hatibû qetilkirin, Turkan Elçî etîket kir û ev peyam parve kir: “Têkoşîna dayika ku ji bo bi milyonan insanên li Tirkiyeyê bûye hêvî û ya ku dema qala edaletê tê kirin ji ewil tê bîra hemû kesî, ev 458 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam dike.”