‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’ 2022-06-09 13:41:46   AMED - Malbatên girtiyan di roja 206’an a Nobeta Edaletê de li pêş edaletê li hev civiyan. Serokê DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen ê piştgirî da nobeta edaletê diyar kir ku malbatên girtiyan bi bêedaletiyê tên cezakirin.   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin di roja 206'an a Nobeta xwe ya Edaletê de li pêşiya avahiya Edliyeya Amedê li hev civiyan. Endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û Mêrdînê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadî (OHD), Komelaya 78’an, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Amedê û Partiya DEVA ya Amedê piştgirî dan malbatan. Ewil yek ji malbata girtiyan Herdem Merwanî axaftinek kurt kir. Piştî axaftina Merwanî Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen axivî. Ulsen, diyar kir ku Tirkiye di demek xirab û tarî de derbas dibe û ji her alî ve li welat pirsgirêk hene. Ulsen, anî ziman ku ji yek van pirsgirêkan a herî mezin jî edalet e û wiha got: “Li dewletekê hiqûq nebe her tişt bêwate û vala dibe. Ji dîroka Tirkiyeyê heta îro, me ewqas bêedeletî nejiyan û nedîtin. Bê edaletî bi awayekî sîstematîk tê meşandinê.”   ‘DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYE BIHÎSTIN’   Ulsen, destnîşan kir ku li dijî bê edaletiyê hatina li bahev û piştgirî dayîn gelek girîng e û wiha berdewam kir: “Rewşa girtiyan nişaneya bê edaletiyê ye. Jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e. Heke demekî dirêj e dengê girtiyên nexweş neyê bihîstin û dîtin ew kêmasiya rayagiştî ye. Weke hûn jî dizanin dayik ji bo girtiyên xwe yên nexweş 8 meh in çalakî li dar dixin. Dayik dixwazin ku dewlet hiqûqa xwe bîne bi cih. Heke desthilat li gorî hiqûq û zagonên xwe tevnegere wê demê wateya desthilatan jî namîne. Niha malbat bi bê edaletiyê tên cezakirinê. Nêzîkî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Kesên ku heta îro jiyana xwe ji dest dan, mixabin ji bo wan sepanan ji holê rabe têr hincet nebû. Ji bo ku ev sepan ji holê rabin ne hewceye li benda mirinan bibin. Divê demildest birêkûpêk zagon werin pêkanîn.”   ‘ATK LI GOR BÎRDOZIYA DESTHILATÊ TEVDIGERE’   Ulsen, ser Saziya Tiba Edlî (ATK) ku ji berdana girtiyên nexweş re dibe asteng jî û ev tişt gotin: “ATK li gorî bîrdoziya desthilatê tevdigere û divê teqez bingeha wê ya zagonî were guhertin. ATK di bin bandora birdoziya desthilatê de dimîne û wisa biryaran dide, li gorî zagonên navnetewî tevnagere. Em dixwazin ku edalet û hiqûq bi cih were, ev yek însanî û wijdanî ye.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawi bû.