Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin 2022-06-09 16:06:43   AMED - Odeya Tabîban a Amedê êrişa li dijî doktorek li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê protesto kir û xwest li saziyên tenduristiyê guhertinên pêşîlêgirtina tundiyê werin kirin.    Odeya Tabîban a Amedê têkildarî êrişa li dijî doktor Alî Firat ê li Serwîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dixebite ku ji aliyê malbatên du nexweşan ve hat kirin û bi çekê gef li doktor xwarin daxuyanî da. Odeya Tabîban li ber Serwîsa Lezgîn a Nexweşxaneyê daxuyanî da û rêveberên Odeyê, endamên Dev Saglik-Îşê û Platforma Tenduristiyê ya Amedê piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila di tenduristiyê de dawî li tundiyê were anîn” hat vekirin.    Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan daxuyanî da û diyar kir ku divê bi çek kes nekevin tu saziyên cemaweriyê lê belê kes bi her cûre çek û amûrên birînê dikevin nexweşxaneyan û wiha got: “Divê qadên bi ewle yên xebatê werin afirandin. Em bi bîra rêveberiyên tenduristiyê dixin ku berpirsiyarin ji bo xebatkarên tenduristiyê qadên bi ewle ava bikin.”   'BERPIRSÊ TUNDIYÊ ÎKTIDAR E’    Turan anî ziman ku îktidar ji vê yekê berpirsiyar e ku pirsgirêka ewlehiyê çareser bike û wiha got: “Lê belê li şûna ku pêşî li tundiya li qada tenduristiyê were girtin, pêşî lê têvekirin. Her ku diçe ev bûyerên tundiyê li qada tenduristiyê zêdetir dibin. Ji ber ku îktidar çareseriyê li pêş naxe, kedkarên tenduristiyê neçar dimînin ku ya îstîfa bikin an jî teqewît bibin. Polîtîkaya îktidarê rê li ber tundiyê vedike. Em dibêjin divê ku îkitdar demildest dest ji polîtîkaya neolîberal berde. Em dixwazin di qanûna bingehîn de yasayên pêşîlêgirtina tundiya li qada tenduristiyê werin derxistin û guhertinên ku pêşî li tundiyê digirin bên kirin.”