Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir 2022-06-09 16:21:43   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî binçavkirina rojnamevanan serdana piştevaniyê bo DFG’ê  kir.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û şandeya pê re têkildarî binçavkirina rojnamevanan ku duh li Amedê pêk hatibû, serdana piştevaniyê bo Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û edîtorên JINNEWS’ê pêşwazî li şandeya DBP’ê kirin.    'TEHAMULÎ MEDYA KURDÎ NAKIN’    Hevserok Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê dixwaze hemû çapemeniyê bide pişt xwe û dixwaze împaratoriya medyayê ava bikin û li dijî vê ew di ferqa rola rojnamevanên ku nûçeyên azad ji gel re radigihînin de ne. Gelê me û saziyên me siyasî di ferqa wê yekê de ne ku hevalên me rojnamevan di nava têkoşînek çawa de ne. Dizanin ku heqîqetê di kîjan şertan de digihînin gel. Tevî zextên îktidarê jî hevalên me rojnamevan agahiyên azad û ramanên azad digihînin gel. Sedema vê êrişê ew e ku hê çapemeniya azad li ser pêya ye û tehamulî vê nakin. Di bin zextên ewqas giran ku li ser rojnamevanên kurd pêk tên ev rastî heye.”    'EM LI CEM MEDYA KURDÎ NE’    Bayindir destnîşan kir ku DBP bi her awayî di her mercan de li ba xebatkarên medyaya kurdî ye û wiha got: “Em carek din dixwazin bêjin ku piştevaniya me ji bo medya kurdî û azad heye. Ji bo ku rojnamevaniya kurdî li pêş bikeve, çi ji destê me were em ê bikin. Rojnamevanên kurd roniya çavê me ne, em ji hevalên me re dibêjin derbasî be.”    ‘PIŞTEVANÎ DIKARÎ ZEXTAN RAWESTÎNE’    Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî anî ziman ku tişta li ser rojnamevanan pêk tê antî demokratîk e û operasyona li ser rojnamevanan parçeyek ji êrişa li dijî kurdan e. Muftuoglu diyar kir ku salên dirêj in êrişên li ser medyaya kurdî berdewam dikin û ew ê tevî van zextan jî li ser rêça Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Hafiz Akdemîr bimeşin. Muftuoglu destnîşan kir ku çawa çapemeniya azad duh li ber xwe da û ew ê îro jî li ber xwe bidin û got: “Sekna me wê dewam bike. Em generalên biçûk ên Apê Mûsa ne û şagirtên wî ne. Em ê li ser rêça wî bimeşin. Em bi piştevaniyê dikarin pêşî liv an zextan bigirin.”