Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin 2022-06-10 09:05:48   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Peyasê "qada tenduristiyê" veguherandibû "qada bazirganiyê". Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê îtiraz kir û xwest ev biryara dijî rêziknameyê ye bê betalkirin.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Munîr Karaloglû di meha Gulanê de bi meclîsa şaredariyê ya ku wî ava kiribû statuya parsela Jimare 1 a bi hejmara 1716 a li Taxa Kayapinarê ya navçeya Peyasê guherandibû. Qeyûm Karaloglû statuya "qada tenduristiyê" veguherandibû "qada bazirganiyê". Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê îtiraz kir û xwest ev biryara dijî rêziknameyê ye bê betalkirin.    Odeyê daxwazanameya îtirazê da Midûriyeta Îmar û Bajarsaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku hatiye tespîtkirina ku statuya parsela navborî hatiye guherandin, lê belê ya hatiye kirin dijî Rêziknameya Planên Cihwarî ye û hat xwestin ku ev biryara dijî rêziknameyê bê betalkirin.