Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre 2022-06-10 09:54:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê YNK’î Zîkrî Zebarî pirsgirêka kurd bi êrişên Tirkiyeyê çareser nabe û wiha got: “Sedam Huseyîn jî bi çekên kîmyewî êrişî kurdan dikir. Lê belê nekarî kurdan tûne bike. Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre.”    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Federal a Kurdistanê û sûîqestên wan ên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dikin. Tirkiye ku di êrişên li dijî herêmê de derbên giran dixwe, hewl dide PDK’ê jî beşdarî êrişên xwe bike ku ji hêla siyasî, aborî û leşkerî ve dorpêç kiriye. PDK, ji ber hevkariya xwe ya di êrişê de ketiye nava krîzên piralî û hewl dide alîkariya siyasî bigire. Di vê çarçoveyê de li Hewlêrê bi Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) re hevdîtin kir. Lê belê encamek ji vê hevdîtinê derneket.    HELWESTA YNK’Ê YA LI DIJÎ ÊRIŞAN    Parlamenterê YNK’ê Zîkrî Zêbarî têkildarî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê axivî. Zêbarî, anî ziman ku dê di nava tu alî û dewletên li dijî kurdan de cih negirin û wiha got: “Armanca YNK’ê ew e ku destkeftiyên kurdan biparêze û destkeftiyên nû lê zêde bike. Di vê çarçoveyê de jî em bi rola piştevaniya bi kurdan re radibin.”    ÊRIŞA LI DIJÎ 3 PARÇEYÊN KURDISTANÊ    Di berdewamê de Zêbarî diyar kir ku Tirkiye ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, PKK’ê weke hincet nîşan dide û ev nirxandin kir: “Tirkiye niha êrişî 3 parçeyên Kurdistanê dike. Peymana Lozanê ku li dijî kurdan hatiye îmzekirin sedsaliya xwe temam dike. Tirkiye ji bo ku destkeftiyên kurdan dîsa tûne bike û Kerkûk û Mûsilê dagir bike, êrişên dagirkeriyê dike. Dixwaze kurdan sed salên din jî di bin hukmê xwe de bihêle. Divê gelê kurd baş di ferqa vê rastiyê de be. Ji bo valaderxistina van êrişên dagirkeriyê, divê gelê kurd bi hev re tevbigere.”    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD    Bi domdarî Zêbarî destnîşan kir ku Tirkiye nikare bi êrişên xwe pirsgirêka kurd çareser bike û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd ne bi dagirkirina Rojava û Başûr re lê bi azadiya birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Çareserî, Îmrali ye. Tirkiye ev 30 sal in li dijî PKK’ê şer dike û nêzî 40 hezar kes ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Lê belê hêj jî nekariya PKK’ê tüne bike. Divê Tirkiye bo xwe dersan ji rewşa Sedam Huseyîn bigire. Sedam jî bi çekên kîmyewî êrişî kurdan kir û 500 gund talan kirin lê belê nekarî kurdan tüne bike. Tirkiye şerê heyî sed salên din jî bidomîne dê nekare kurdan tune bike. Ji ber ku ev bi sedan sala ye gelê kurd ji bo parastina rûmeta xwe û mafên xwe bedelên giran dide. Zû yan jî dereng dê gelê kurd bi nifûsa xwe ya 60 milyonî ve azad bibe.”    PDK HIŞYAR KIR   Zîkrî Zêbarî herî dawî jî wiha got: “Xelkê Başûr ji hêla aborî ve di nava krîzeke mezin de ye. Tirkiyeyê bi êrişa dagirkeriyê di nava tirsê de ye. Di êrişên Tirkiyeyê her carê sivîl tên qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku ewlehiya canê xelkê nîne. Gel nikare li ser xaka xwe bijî. PDK divê baş bizane ku ev êriş li dijî hemû kurdan tê kirin.”