Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin 2022-06-10 10:13:50 AMED - Dayikên Aştiyê yên Amedê, derbarê meşa ku wê ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin de axivîn û bang li gel kirin ku ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 1999'an de bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeye hat kirin, 23 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ji bo azadiya Ocalan wê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Alîkarî û PiştgiriyA Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) di 12'ê hezîranê de bi şîara "Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin" Meşa Gemlîkê li dar bixin.    Dayikên Aştiyê yên Amedê, derbarê meşê de axivîn û ji bo tevlîbûnê bang kirin.   'BI RAWESTANDINA ŞER RE WÊ ARAMÎ BÊ'   Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey, diyar kir ku ew tecrîdê li ser tevahiya mirovahiyê dibînin û wiha got: "Serokê kurdan di bin tecrîdeke giran de ye. Heke tecrîd rabe wê ji bo tevahî mirovan xweş be. Ew dikare pêşiyê li vî şerî bigire û vê xwîne bide sekinandin. Lê ji ber ku berjevendiyên hinekan di vî şerî de hene nahelin ku deriyên Îmraliyê vebibin. Şer û xwînê dixwazin. Heke ev şer bisekinê aramî bê vî welatî. Nahelin ku parazêr û malbat hevdîtin bikin. Tecrîdeke pir giran heye û pêşî li her tiştî digire. Bila ev tecrîd rabe tu kes vê tecrîdê qebûl nake."   'WÊ ME BIBE BERSIV'   Bi domdarî Ozbey, bal kişand ser meşa ku wê bê lidarxistin û ji bo tevlîbûne ev bang kir: “Heke ev çalakî bê fêhmkirin û li ser nîqaş bên kirin girîngiya wê gelek e. Daxwaza me ew e ku herkes tev li vê çalakiyê bibe. Divê tevlîbûnek girseyî bibe ku em bigihîjin armanca xwe. Belkî wê demê tecrîd bê rakirin û kuştin û şer jî bi dawî bibe. Weke Dayikên Aştiyê em jî naxwazin ku şer hebe. Em dixwazin ku kes nemire û ew şer bi dawî bibe. Ji ber wÊ jî divê ev tecrîd bê rakirin. Ev meş tiştekî pir baş e, em hevî dikin ku pêk were û pirî tiştan re bibe bersiv. Ew meş meşa azadî, aştî û aramiyê ye."   'TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Dayika Aştiyê Newriye Kaçan jî destnîşan kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û wiha got: "Abdûllah Ocalan Serokê kurdan e û aştiyê dixwaze. Divê reyedarên dewlete jî aştiyê bixwazin. Çima ser malan de digirin û agir ber didin malan? Çima şer dikin? Dibejin, 'ew terorist in' lê terorîst ew in ku malên gel dişewitînin. Em doza mafê xwe dikin. Divê li Îmraliye malbat û parazêr hevdîtin bikin. Çend sal in tecrîdeke giran heye. Ji bo ku aşti û azadî çê bibe divê ev tecrîd bê rakirin. Dilê me bi herkesî dişewite û em aştî û azadiyê dixwazin. Em dixwazin ku Serokê Kurdistanê bê berdan. Bila tirk jî li dijî vê yekê derkevin çiqas dijminê kurdan e ewqas jî dijminê tirkan e. Çiqas zarokên kurdan tên kuştin ewqas jî ên tirkan tên kuştin. Divê tirk jî tev li çalakiye bibin. Ev çalakî ji bo azadiyê ye. Ji ber wê divê herkes ji bo azadiyê tev li vê meşê bibe.”   'HETA TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN AZADÎ NAYÊ'   Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît jî derbarê mijarê de bi lêv kir ku çend sal in tecrîdek giran li ser Ocalan heye û ev tişt gotin: "Heta ev tecrîd berdewam bike, aştî û azadî nayê. Ev şêr jî wê berdewam bike. Kesên ku ji xwe re dibêjin, 'Em mirov in û demokrat in' divê çavê xwe ji vê tecrîdê re negirin û deng derxin. Heta ev tecrîd neyê şikandin, aştî û azadî jî nayê. Tecrîd belavî hemû civakê bûye. Îro zarokên me jî di zindanan de di bin tecrîdê de ne. Tecrîd ne tenê li ser kesekî tê meşandin. Tecrîd li ser me hemûyan tê meşandin. Li ser gelê kurd jî gelê tirk jî tecrîd heye. Heta ev tecrîd bi dawî nebe tiştên xweş jî çênabin. Wezîrê Dadê dibejê ku ew edaletê diparêze. Weke dayik jê re dibêjim ku kesekî ku ji xwe re dibejê 'ez edaletê diparezim' çawa vê tecrîde didomîne?"   BANGA BEŞDARIYA MEŞÊ   Yîgît, di dawîya axaftina xwe de ji bo tevlîbûna meşê ev bang li gel kir: "Wê heta kîngê ev şer berdewam bike û cenaze werin? Ev hemû girêdayî tecrîdê ne. Yanî heta tecrîd neyê şikandin, ne zarokên me azad dibin ne jî aştî tê. Heta ev tecrîd neyê şikandin wê şer jî bidome. Ev meşa ku were lidarxistin jî ji bo şikandina tecrîd û aştiyê ye. Ez weke dayik bang li herkesî dikim ku ji bo tecrîd bê şikandin bila di vê çalakiyê de dengê xwe bilind bikin. Ji bo aştiyê û ji bo ku kes nemirê ev çalakî pîroz e. Divê herkes lê xwedî derkeve."