Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in 2022-06-10 11:23:39   AMED - Nûnerên partiyên siyasî yên Amedê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê hiqûq, weke amûra terbiyekirinê tê bikaranîn. Divê rojnameger di zûtirin demê de bên berdan.”    Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç jî di nav de 20 rojnameger û bi giştî 21 kes hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê niha di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û xwestin ku werin bedan.      Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Sîncar, Serokê Partiya Demokrasî û Hilperînê (DEVA) yê Amedê Cîhan Ulsen û Rêveberê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Amedê Furkan Erdogan têkildarî binçavkirina rojnamegeran bi ajansa me re axivîn û bertek nîşan dan.    'MANÎPULASYONÊ DIKIN’   Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy bal kişand ser pêwendiya binçavkirina rojnamegeran a bi êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ve û wiha got: “Li dijî her cureyeke qirêjî ya manîpûlasyonan, çapemeniya azad di her şert û mercan de agahiyên rast bi civakê re parve kirin. Çapemeniya azad gel rast agahdar dike, ev rol li xwe girtiye û rêya xwe didomîne. Armanca vê operasyonê ew e ku rastiyan veşêrin. Bi temamî jî kedkarên kurd hedef hatine girtin. Ev yek jî encama polîtîkaya israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Hedefgirtina çapemeniya azad, ne tenê darbeyeke li dijî azadiya fikr û raman e. Pirsgirêkeke girêdayî pirsgirêka kurd e. Ji salên 90’î ve ev pirsgirêk berdewam e. Ji bo azadiyan û pêşxistina demokrasiye, hewceye ne tenê kurd lê tevahiya raya giştî xwedî li kedkarên kurd derkevin. Em jî banga xwedîderketinê li her kesî dikin.”    'HEWLDANA ÊRIŞÊ HEYE’   Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Bêrîvan Sîncar jî diyar kir ku ji sala 2016’an heta niha AKP-MHP êrişî hemû derdorên muxalîf dike û wiha pê de çû: “Hêrsa xwe ya li hemberî van derdoran bi vekirî nîşan didin. Bêguman ji vê mebesta wan ew e ku derewên wan derhî nebin. Li hêla din jî hewl dide îradeyê bişikîne. Lê belê çapemeniya azad li dijî van êrişan xwedî tecrübe ye. Divê qada siyaseta demokratîk li dijî van êrişan bêhtir hev bigire. Weke DBP’ê em bi çapemeniya azad re ne û divê rojnamegerên binçavkirî di zûtirin demê de werin berdan.”    ‘HIQÛQÊ WEKE AMÛRA TERBIYEKIRINÊ BI KAR TÎNIN’    Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û xwest ku di zûtirin demê de werin berdan. Ulsen, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê hiqûq, weke amûra terbiyekirinê tê bikaranîn. Mînaka vê ya herî dawî jî binçavkirina rojnamegeran e. Biryara bisînorkirinê danîn ser dosyayên wan. Dozgerî neçare ku bi aşkerayî vebêje bê ka ev rojnameger çima binçav kirine û çima tiştekî wiha bi serê wan anî ye. Tiştekî ku bibe sûc di dosyayê de nîne. Hewl didin delîlan bibînin. Lêpirsîn wiha tên meşandin; hûn ji ewil delîlan dibinin û piştre xwe digihînin gumanê. Lê belê li Tirkiyeyê ji ewil guman tê kirin û piştre hewl didin delîlan peyda bikin. Di carekî de 20 rojnameger binçav kirin. Desthilatdarî bi aşkerayî dixwaze tehekûma xwe li ser azadiya çapemeniyê ava bike. Cihê van sepanan di hiqûqê de nîne. Her tiştê van rojnamegeran vekirî ye û gumana reva wan tune ye. Anku bangî wan bihata kirin dikariyan biçûna pirsên wan bibersivandina. Lê hewl dan mijarê krîmînalîze bikin û têxin çarçoveya ‘terorê.’ Ev yek hiqûqî nîne.”    'DÊ DENGÊ ME BILIND DERKEVE’   Endamê Lijneya Rêveber a TÎP’a Amedê Fûrkan Erdogan jî da zanîn ku bi zextên li ser rojnamegeran re dixwazin çavê civakê bitirsînin û axaftina xwe wiha qedand: “Wekî her carê em ê niha jî li dijî zext û îşkenceyan denge xwe bilindtir bikin. Rejîma qesrê ya AKP-MHP’ê hewl didin dengê mafdar ê çapemeniyê qut bikin. Dixwazin rojevê biguherînin û gel bitirsînin. Divê gelê me bikare sedema vê ji xwe bipirse.”