Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin 2022-06-10 13:28:15   AMED - Li Amedê di serdegirtina malên rojnamevanan û şirketên produksiyonan de bi dehan computer, hard disk û kamera hatin desteserkirin.    Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 21 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Rojnamevan 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Polîsan di heman demê de li gel malên rojnamevanan bi ser Produksiyona Pel, Produksiyona Piya, Produksiyona Arî û ajansa JINNEWS’ê yên li Amedê de girtin. Di serdegirtinana de gelek kelûpelên rojnamevanan hatin desteserkirin.    GELEK KELÛPEL HATIN DESTESERKIRIN    Di serdegirtina JINNEWS’ê de polîsan dest danî ser 5 harddisk, 2 Laptop, computerek montajê, 4 kartên kamera û wênegirê, 2 flash disk.    Di serdegirtina Produksiyona Pelê de jî 2 harddisk, laptopek, kamereyk, ewraqên fermî yên şîrketê û peymana kar hatin desteserkirin.    POLÎS LI BER AVAHIYÊN PRODUKSIYONAN TÊN SEKINANDIN    Di serdegirtina produksiyonên Piya û Arî de jî bi dehan computer, harddisk, laptop û kelûpelên rojnamevaniyê hatin desteserkirin. Lê belê derbarê hejmara destserkirina kelûpelan de tu agahî nehatin bidestxistin. Hê jî polîs li ber deriyên her du produksiyonan tên sekinandin.