Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin 2022-06-10 13:46:28   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen diyar kir ku wê di sempozyûma “Têgihiştina Zarokan û di Polîtîkayên Zarokan de Lêgerînên Nû” li dijî têgihiştinên heyî rêya sêyemîn niqaş bikin.    Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 11 û 12’ê Hezîranê de sempozyûma “Têgihiştina Zarokan û di Polîtîkayên Zarokan de Lêgerînên Nû” li dar bixe. Wê sazî û kesayetên ku di qadên zarokan de xebat dimeşînin tev li sempozyûma ku dê du rojan berdewam bike bibin.    SERENAVÊN SEMPOZYÛMÊ    Di vekirina sempozyûmê de wê Aksû Bora mijara “Tiştekî weke asîman” , Nazan Maksûdyan “Zarokatiya me nebû, ji ber ku em ermenî bûn êtîm bûn- Şahidiniya zarokên ermen a qirkirinê” , Şêrko Kanîwar jî wê mijara “Zarok û muzîk: Di perwerdehiya muzîkê de girîngiya zimanê dayikê” pêşkeş bikin. Di berdewama sempozyûmê de Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen jî dê mijara “Perspektîfa zarokatiyeke nû: Rêyeke sêyemîn pêkan e?” û Hevberdevk Huseyîn Kaçmaz jî dê mijara “Bîrdoziya zarokatiyê û tecrûbeyên cihekariyê” pêşkeşvaniyê bikin.    Roja ewil a sempozyûmê de wê piştî mijarên werin niqaşkirin ji bo zarokan konsereke bi kurdî û tirkî were dayîn. Koma Zarokên MA’yê jî wê di konserê de cih bigirin.    PIRSGIRÊKÊN KU ZAROK DIJÎN   Di roja duyemîn a sempozyûmê de jî wê ji bilî pêşkeşvaniya bi mijara “Pirsgirêkên ku zarok pê re rû bi rû dimînin” bi awayekî hemdem 6 atolyeyên xebatê wê bên birêvebirin. Sempozyûma ku dê saet di 10.30’an de dest pê bike wê Suleyman Akbûlût “Astengdarî û Zarok” , Çîgdem Ertak “Koç, Penaberî û Zarok” , Mahsûn Aydin “Bengîtî û Zarok” , Gozde Çelîksoz “Pergala Tenduristî û Zarok” û Ezgî Koman jî wê mijara “Li Tirkiyeyê Mafên Zarokan” binirxîne.    DI 6 SERENAVAN DE XEBATÊN ATOLYEYÊ    Piştî nîvro jî wê Pinar Abdal û Kansû Yildirim “Xizantî û Xebitandina Zarokan a Weke Karkeran” , Serpîl Kemalbay “Divê Butçekirina ji bo Zarokan Çawa Bibe?” , Emrah Kirimsoy jî wê mijara “Xizmetên Civakî û Zarok” binirxînin. Piştî pêşkeşiya van mijaran wê bi awayekî hemwext di serenavên “Tundî, Îstîsmar û Îhmal” , “Pergala Edaletê û Zarok” , “Pergala Perwerdehî û Zarok” , “Medya û Zarok” , “Mafê Zarokan ê Tevlibûnê” û “Rolên Zayendî yên Civakî û Zarok” xebatên atolyeyê bên kirin.   Sempozyûm wê bi pêşkeşvaniya atölye, niqaşên werin bi rêvebiriin û nirxandina Komîsyona Zarokan bi dawî bibe.    Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen têkildarî armanca sempozyûmê axivî. Turkmen, diyar kir ku sedemê avakirina komîsyona zarokan jî sempozyûmê jî esas lêgerîna heman a du perçeyan e û wiha got: “Em difikirin ku têgihiştina li ser zarokan divê were niqaşkirin.    ‘ZAROK JI NEDÎTÎVE TÊN’   Turkmen, bi lêv kir ku weke partî di her qada civakî û polîtîk de rêya sêyemîn lêkolîn dikin û wiha got: “Li vî welatî hin zarok bi temamî ji nedîtî ve tên, hebûna wan tune tê hesibandin. Ji ber vê yeke sempozyûm me kirin du beşên girêdayî hev. Armanca me zêdetir ew e ku bi sazî û kesên di qada zarokan dixebitin re bên gelhev.”   ARMANC RAGIHANDINA DENGÊ ZAROKAN E   Turkmen, da zanîn ku weke komîsyon nû hatine avakirin, ji bo demên pêş de hin projeyên wan hene û wiha berdewam kir: “Armanceke me ew e ku li bajaran li nava malan bi zarokan re werin gelhev û bi hev re dengê wan ragihînin heye. Ji gelek pîşeyan û xwendekaran ji bo atolyeyan serî li me dan. Ev cihê keyfxweşiyê ye û hêviyê dide. Ev dide nişandan ku pêdiviyek û hesasiyetek heye.”   MA / Berîvan Altan