Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê 2022-06-10 14:19:56   AMED - Hevserokê IHD’ê Ozturk Turkdogan û şandeya pê re ji bo binçavkirina rojnamegeran serdana piştevaniyê li DFG’ê kir.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û şandeya pê re, bi boneya rojnemavanên ku li Amedê hatibûn binçavkirin, serdana piştevaniyê li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, Berdevka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna û edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Sedat Yilmaz pêşwazî li şandeya ÎHD’ê kirin.    Ewil Ozturk Turkdogan axivî û binçavkirina rojnamevanan şermezar kir. Turkdogan bi lêv kir ku mafê agahî girtina gel tu caran nayê astengkirin û wiha got: “Bi taybetî rojnamevanên li heremê bûyerên ku diqewimin ji gel re radigîhîne. Astengkirina vê bi rastî jî naye qabûlkirin.” Turkdogan bal kişand ser Qanûna Terorê ya Tirkiyeyê û demek dirêje îktidar dixwaze bi qanûnan civakê bixe bin kontrola xwe. Turkdogan anî ziman ku îktidar di heman deme de jî dadger û dozgeran jî ji bo zextan bi kar tîne û bi vîawayî polîtîkayên xwe didomîn.    ‘DESTSERKIRINA AMÛRAN NEHIQÛQÎ YE’    Turkdogan destnîşan kir ku di nav 7 salên dawî de aştiya civakî ji ber politîkayên şer ji holê rabûye û wiha axivî: “Êrişên ku li dijî siyasetmedar, jin, cîwan û rojnamevanên kurd tên kirin bênavber berdewam dike. Bi sepana OHAL’ê gelek saziyên çapemeniya kurd hat girtin. Ev yek hê jî berdewam dike. Tevahiya gelen Tirkiyeyê ji hêla desthilatê ve weke ‘terorîst’ tê pênase kirin. Êdî li Tirkiyeyê hêceta binçavkirin jî nemaye her tişt bi keyfî tê meşandin. Polîsan dest daniye ser hemû amûrên rojnamevanan. Ev rojnamevan werin berdan jî nikarin dîsa amûrên xwe temin bikin. Bi vî awayî jî dixwazin di warê aborî de rojnamevanan ceza bikin û derfetên nüce çêkirinê ji holê rakin. Desteserkirna amûran nehiqûqî ye.”    ‘ÇAPEMENIYA AZAD DENGÊ CIVAKÊ YE’    Piştre Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî axivî û ji bo piştgiriyê şandeyê spasiye xwe kir. Muftuoglu destnişan kir ku ev binçavkirinan girêdayê pirsgirêka demokrasiye ye û got: “Îro tene ne rojnamevanên kurd ji siyasetmedaran bigirin heta jinan hemû civak li dijî van êrişan têkoşînek mezin dide. Desthilat bi van êriş û operasyonan dixwaze civakê bêdeng bike. Çapemeniya azad ji salên 90’î ve heta îro bûye denge civakê û li dijî van zextan bûye dengê kolanan, bûye dengê jinan û bûye denge bindestan. Dixwazin Tirkiyeyê bikin weke girtîgeh em jî bi xeberên xwe li hemberê vê yeke disekinin. Ev opersayon û binçavkirin tene ne pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Ji ber vê divê kesên demokratik û azadîxwaz piştevaniya rojnamevanan bikin.”   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Herî dawî jî Berdevka MKGP’ê Roza Metîna axivî û da zanîn ku binçavkirina hevalên wan rojnamevan girêdayî êrişên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê ye û wiha got: “Li başûr û rojavayê Kurdistanê şer berdewam dike û ji bo ku îktidar di vî şerî de bigihîje armanca xwe, dixwazin denge çapemeniya azad qut bikin. Her tim dixwazin civakê bixapînin û ji rastiyan dûr bixin. Em jî weke hevpîşeyên hevalên me binçavkirî dibêjin, em ê li ber van zextan serî netewînin.”