Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî 2022-06-10 15:00:57   ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di tu aliyî de Doza Kobanê nehiqûqî ye û got: “Şêwaza dadger û dozgeran dişibe yê Erdogan û Bahçelî.”    Danişîna 13’emîn a Doza Kobanê ku 22 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 8’emîn de li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’yemîn dozê birêve dibe.    Gelek parêzer û parlamenterên HDP’ê tev li danişînê bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî birêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêde kir dest pê kir.   KARAMAN: EZ DI MUTALAYÊ DE AKP’Ê DIBÎNIM     Siyasetmedar û parêzeran li dijî îfadeyên şahidan û dozger parastinê kirin.    Ewilî endama MYK’a HDP’ê Zeynep Karaman axivî û got ew li dijî mutalayê ne û got: “Dema ez li vê mutalayê dinerim, şexs û taktîka AKP’ê tê de dibinim.” Karaman destnîşan kir ku ew mutalaya dozger û îfadeyên şahidan ku derbarê wê de dane qebûl nake.    Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Pervîn Oduncu jî axivî û destnîşan kir ku ev doz bi nehiqiyek mezin dest pê kir û ev neheqî di şexsê wan de li dijî gelê kurd berdewam dike. Oduncu anî ziman ku ew heq, hiqûq û edaletê dixwaze.    Pişt re Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û behsa neheqiya dozê kir û got tene ne ew tevahiya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ji vê dozê aciz e.    YUKSEKDAG: WÊ GUNEHÊ XELKÊ BI WE WERE    Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya bere Fîgen Yuksekdag jî axivî û anî ziman ku di heyama ku doz pûç dibe de mutalayên nû tên û şahidên nû tên û dozger û dadger dixwazin bi vî awayî xwe li ser pêya bigirin. Yuksekdag got dozger û dadger di vê dozê de xwe dispêrên siyaseta îktidarê. Yuksekdag da zanîn ku wê di demek nêzîk de gunehê civaka Tirkiyeyê bi vê şandeya dadgehê were û wê bi awayek ku gunehê xelkê bi van dozger û dadgerên Doza Kobanê were.    ‘HÛN LI GORÎ ZIMANÊ ERDOGAN Û BAHÇELÎ TEVDIGERIN’    Yuksekdag diyar kir ku tu aliyek vê dozê yê hiqûqî û qanûnî nîne û wiha got: “Qayde û rêbaza vê dozê siyasî ye. Qaydeya hûn di dozê de bikar tînin û rêbaza we siyasî ye. Zimanê we parelelî zimanê Erdogan û Bahçelî ye. Bahçelî siyasetmedarê şaneşînê ye. Sê rojan nikare di van hefsan de bimîne. Tenê dizane bi hefsan gefê li mirovan bixwe. Ji destêpêkê ve heta niha xebatên me yên siyasî tên darizandin. Xebatên hevalên me tên darizandin. Hûn ew şande ne ku ji aliyê îktidarê ve hatine wezîfedarkirin. Hûn ji ber sedemên siyasî li vir in û îradeya me tune dihesibînin.”   Heyeta dadgehê navber da danişînê.