ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-11 09:00:16     * Li Şirnexê şîrketên îhaleya çêkirina nexweşxaneyê girtibûn ji ber zêdebûna maliyetê dest ji îhaleyê berdane. Ji ber vê îhale hatiey betalkirin.    *  Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk diyar kir ku tecrîda civakî di şexsê Ocalan de bûye sembol û got: "Em ê bi vê meşê ji bo pêşeroja gelan bitêkoşin."    *  Parêzerên ku li dijî qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin û gotin: "Ji bo aştiya gelan çêbibe divê tecrîd bê şikandin."    * Berdevk û Koordînatora Însîyatîfa Ji Bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman, destnîşan kir ku fikr û paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû gelan çirûskek çarenûsê ye û got: “Em weke jinên Rojhîlata Navîn û Efrîkaya Bakur azadiya Ocalan ji xwe re weke peywîrekê dibînin.”   *  Rojnamevan Zeynep Dogan ku êrişên Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne anî ziman ku Tirkiye ku ji êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê tiştek bi dest nexist ji bo ku ser vê têkşikîna bigire hewl dide hêzên navdewletî qaneh bike û eniyeke nû ava bike.    * TJA, wê bi navê “Weke Jin di Girtîgehê de” panelekê li Hill Otela Taksîmê li dar bixe. (09.30) ZINDÎ   * ÎHD û Xizmên Windakiriyan wê çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomîne. (11.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê de 898’emîn çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza cezakirina faîlan her hefte li dar dixin wê bi awayekî online pêk bînin. (12.00)   * Rojnamevan wê li Stenbolê ji bo 20 rojnamevanên li Amedê hatine binçavkirin li DÎSK Basin Îş’ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00) ZINDΠ   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê wê bi “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Zarokan a HDP’ê wê sempozyûma bi navê “Têgihiştina Zarokan û di Polîtîkayên Zarokan de Lêgerînên Nû” li Starton Otelê pêk bîne. (13.00-18.00) ZINDΠ   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîna ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 405’emîn de li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   *Şaxa OHD'a Enqereyê têkildarî binpêkirinên 3 mehên dawî yên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn dê li avahiya xwe daxuyaniyê bide.  (13.30)   * Çalakiya 533'yan a "Rûniştina F" ku her hefteyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş tê lidarxistin îro dê li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)    * Bi tevlibûna Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan dê li Wanê mitîng bê lidarxistin.  (15.00)   * HDK, KCD,  TJA, HDP, DBP  û  MED TUHAD-FED ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, dê li pêşiya avahiya HDP'a Bayrakliyê bên ba hev û ji bo Meşa Gemlîkê bi rê kevin.  (19.00)