Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e 2022-06-11 10:02:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê KNK'ê Mecîd Hiso diyar kir ku Peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê xetereyeke mezin e û wiha got: “PDK hewl dide vê peymanê hêdî hêdî bi êzdiyan bide qebûlkirin û ji bo êrişên xwe rewa nîşan bidin jî bo xwe li hevalbendan digere. Kurdistaneke bêêzdiyan, mîna laşekî bêcan e.”   Di 9’ê Cotmehê 2020'an de bi hevkariya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Peymana Şengalê hatibû îmzekirin. Di peymanê de maf û vîna civaka êzdî nehat naskirin û civaka êzdî jî ev peyman red kir. Niha jî Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl didin li ser zexta Tirkiyeyê vê peymanê pêk bînin. Di rewşeke wiha de Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê operasyon dabû destpêkirin. Lê belê encamek ji van êrişan bi dest nexist. Li ser vê yekê Tirkiyeyê di 17’ê nîsana îsal de bi hevkariya PDK’ê li dijî heman herêman êrişeke berfirehtir da destpêkirin. Bi destpêkirina êrişê re, hikûmeta Iraqê jî di 1’ê gulanê de bi tang û topên xwe êrişî Şengalê kir. Lê rastî berxwedana xelkê êzdî hatin û ev êriş vala hat derxistin. Şengal, niha di bin dorpêça artêşa Iraqê de ye û bi xetereyên nû re rû bi rû ye. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mecîd Hiso têkildarî geşedanên li herêmê bi ajansa me re axivî.    Mecîd Hiso anî ziman ku di êrişeke gengaz a li dijî Şengalê de dê aramiya ku bi bedelên giran hatiye avakirin yek carê tune bibin û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku Şengaleke bêşer û aram dê di xizmeta hemû aliyan de be. Hemû alî dê ji aştiya herêmê sûd bigirin. Ji ber ku ne tenê kurdên êzdî li ser vê erdnîgariyê jiyan dikin. Li Şengalê kurdên misilman, fileh, tirkmen û ereb jî dijîn. Bi sedan salaye ku jiyana xwe ya aborî û civakî parve kirine. Şengaleke ku dibe qada şer dê ziyanê bigihîne Herêma Kurdistanê. Pêwîstiya gelên herêmê bi aramiyê heye. Êdî dem hatiye birînên wan bên dermankirin û Şengal bê avakirin. Divê hemû alî ji hev re alîkar bin, pêşî li ber nakokiyan bigirin û hevkariyê bi dijminan re nekin.”    'ZAGONÊN WAN LI DIJÎ ÊZDIYAN IN'   Bi domdarî Hiso bal kişand ser êrişên ser Şengalê û wiha domand: “Bi êrişan dixwazin civaka êzdî tune bikin. Mixabin êzdî di dîroka xwe de gelek caran rastî qirkirinan hatin. Mixabin ku olperestên tundrew û kurdên sunî di van qirkirinan de roleke sereke lîstin. Nimûneyên vê yekê pir in û dikarin bi hêsanî di nava belgeyên dîrokê de bibînin. Di nava dusedsalên dawî de netewe dewletan her dever girt û her devera cîhanê veguhert qada şer. Gelên Mezopotamyayê û bi taybet jî civaka êzdî ziyaneke mezin ji vê dît. PDK dixwaze tiştên li Şengalê qewimîn ji bîra gel bibe û xwe bêguneh nîşan bide. Lê nafikirin ku dê nekarin di vê sedsalê de wê şermezariya xwe veşêrin. Êzdî hevkariya wan a bi dewleta tirk re dibînin. Ya ku DAIŞ’ê bi serê Şengalê anî, Osmaniyan 70 caran pêk anî. Mixabin ne hikûmeta Iraqê û ne jî ya Herêma Kurdistanê rê nedan ku gel bi îradeya xwe, çarenûsa xwe diyar bike. Naxwazin dengên azad bigihîjin hev û sazî û rêxistinên serbixwe bên avakirin da ku civakeke birêxistinkirî û zana ava bibe. Piştî fermana dawî civak gelek sar bûye her aliyek dixwaze bi hêla xwe ve bibe. Desthilatdariya Iraqê ji bo çareseriyê nêz nabe. Mixabin Qanûnên Bingehîn ên Iraqê li dijî êzdiyan e.”    'PLAN VALA DERXISTIN'   Di berdewamê de Hiso bi lêv kir ku pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê tê wateya tunekirina êzdiyan û wiha pê de çû: “Tifaqa 9’ê Cotmehê, wêneyeke seqet û xerab ê bi hevre jiyanê ye. Ev tifaq tam li gorî mejiyê xwe sepandin û li dijî vîna gel e. Bi vî mejiyê seqet ne dewlet ava dibin û ne jî aştî û ewlehî çêdibe. Tifaqeke şerxwaz û gefxwarinê ya li dijî hebûna êzdiyan e. Me hemûyan li rapora nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) nihêr. Wê di rapora xwe de îradeya gelen kurd û ereb esas negirtiye û bêyî vîna gelê herêmê ev tifaq ava kiriye. Dixwestin wekî her carê, îcar jî xweliyê têxin çavên êzdiyan. Xwestin di tariyê de hîn gavên lez û bez biavêjin û li ser mecbûriyetan jî xwe bi gel bidin qebûlkirin. Lê belê bi saya sekna Şengaliyan û dostên wan, ev plana vala derketin.”    'PDK NAHÊLE ÊZDÎ VEGERIN'   Mecîd Hiso bi lêv kir ku kesên Şengal neparastîn dê nekarin û pişta xwe dan civak êzdî, dê nekarin aramiyê li Şengalê ava bikin û wiha derbirî: “Heke ev biryar li gorî daxwaza Iraq û ereban çêbibe, dê aramî neye Şengalê. Wan êzdî tenê hiştin û Şengal teslîmî DAIŞ'ê kirin. Heke emrîkî û ewropî rê nedin, dê hikûmetên Bexda û Hewlêrê nekarin li gorî sere xwe van tiştan bikin. Yekitiya Ewropayê di biryara xwe de bi zelalî ji hikûmeta Iraqê dixwaze ku mafên êzdiyan û filehan bên parastin û mafê otonomiya xwe cihê ji wan re li deşta Mûsil û Şengalê mîsoger bike. PDK dixwaze cardin vegere Şengalê lê milet qebûl nake. PDK ditirse ku yek carî de bi êzdiyan bide qebûlkirin. Ji ber vê jî hêdî hêdî dixwaze bide qebûlkirin. Çend sale li Iraqê ji xwe re li hevalbendan digere da ku êrişên xwe rewa nîşan bidin. Carnan jî bi rêya dewleta tirk dixwaze vê yekê bike. Heta niha jî ev hewldan bêencam man. PDK bû sedem ku 300 hezar êzdî dîl bên girtin. Niha jî nahêlin ku vegerin Şengalê. Şengaliyan ji vegerê sar dikin. Mînak ji wan re dibêje heke hûn bi ya min nekin hîn dê di vî halî de bimînin.”    'KURDISTANEKE BÊYÎ ÊZDIYAN NABE’   Herî dawî jî Hiso ev tişt anî ziman: “Kurdistaneke bêyî êzdiyan pêkan nîne. Ji roja fermanê heta niha ji bo ku civaka me ya êzdî dîsa rastî komkujiyan neye, weke KNK’ê me bênavber xebat meşandin. Li navenda YE’yê Brukselê konferans û civîn li dar xistin û pêwendî pêş xistin. Em nabêjin ku xebatên me sedî bi sed encam girtine lê belê xebatên cidî ne. Em di parastina êzdiyan de biisrar in. Kurdistaneke bêêzdî mîna laşekî bêcan e.”