Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe 2022-06-11 12:03:15   ŞIRNEX - Botaniyan ji bo tevlibûna Meşa Gemlîkê bang kirin û wiha gotin: “Heta Ocalan azad nebe, civak jî azad nabe.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med'ê (MED TUHAD-FED), bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê sibe “Meşa Gemlîkê” li dar bixin. Ji her çar aliyan ve amadekariyên bo meşê tên kirin û li Botanê jî banga “Heta Ocalan azad nebe, civak jî azad nabe” hate kirin.    Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Marûf Elîş (68) da zanîn ku tecrîd, tê wateya zext û zilma li ser gel û wiha got: “Zextekî giran li ser gel heye. Şert û mercên tecrîdê ewqas giran kirine ku em jî di girtîgehê de ne. Heke em di girtîgehan de bûna dê baştir bijiyan. Polîtîkayeke zextê ya giran li derve heye. Ev tevek jî bandora tecrîdê ya li ser civakê ye. Em ê ji bo serokatiya xwe li Gemlîkê bimeşin. Bi sala ye ne dikare bi malbata xwe û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Divê di zûtirin demê de ev tecrîd bê têkbirin. Heke em bikarin pergala Îmraliyê têk bibin û deriyan vekin, dê aştî û aramî bê. Ji ber ku pêwendiya tecrîda li ser gel, raste rast girêdayî ya li Îmraliyê ye. Êrişên ser Rojava û Başûr jî girêdayî tecrîdê ne. Naxwazin gelê kurd bêhnê bistîne lewma zext û tecrîdê giran dikin. Çi dikin bila bikin lê em ê vê tecrîdê têk bibin. Her wiha mebesta vê meşe, azadiya civakê ye. Heta ku hemû dinya dengê me dibihîze jî em ê banga aştî û wekheviyê bikin.”    ZEXT BI TECRÎDÊ DEST PÊ DIKIN    Welatiya bi navê Rahmeta Aşikar (52) jî diyar kir ku zexta li ser gelê kurd, bi tecrîda li ser Ocalan dest pê dike û ev tişt anî ziman: “Ev polîtîkaya tecrîdê jî ji ewil li Îmraliyê dest pê dike. Ji bo şikandina tecrîdê em jî dê li Gemlîkê bimeşin. Tekane daxwaza me aştî û wekhevî ye. Ne em û ne jî Rêbertiya me naxwaze xwîn bê rijandin. Em dixwazin hemû kes bibe yek. Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe bimeşin. Rêberên hemû gelan hene û em jî dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be. Ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê divê Rêberê me azad bibe. Bila deriyên girtîgehan vekin û aştî û aramî çêbibe. Lewma divê hemû kesên bi aştî û demokrasiye re divê rabin ser pêyan û dawî li vê zilmê bînin.”    ‘DIVÊ HEVDÎTIN BÊN KIRIN’   Derheqê mijarê de Mevlûde Gungen (47) jî destnîşan kir ku divê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Her wiha tevahiya civakê di tecrîdê de ye. Heta Rêbertiya me azad nebe, gel jî azad nabe. Ji ber ku tecrîda li ser Rêbertiya me niha li seranserî civakê belav bûye. Tekane kesê dikare xwînê bide sekinandin, Rêbertiya me ye. Lê dewlet destûrê nade. Divê hemû cîhan di vê mijarê de bihestiyar be. Divê şert û mercên li gorî mafên mirovan bên amadekirin. Divê neheqiyên li Rêbertiya me tên kirin bi dawî bibin. Divê tevahiya gelê me û her kesê xwedî wijdan tev li vê meşe bibe. Ji ber ku Rêbertiya me ne tene ji bo xwe lê ji bo hemû mirovahiyê têkoşiya.”    ‘DIVÊ EM JI BO AZADIYÊ VÊ TECRÎDÊ TÊK BIBIN’    Hatîce Durmuş (60) jî bi lêv kir ku bi şikandina tecrîdê re hem Ocalan û hem jî dê gel azad bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo vê jî divê em bibin yek. Divê em destên xwe bidin hev û vê tecrîdê rakin. Hewceye gelê me li dijî vê tecrîdê bi hev re têbikoşe. Ji ber ku ev tecrîd li hemû civakê tê ferzkirin. Zextekî ewqas giran e ku 20 kes nikarin bên cem hev. Heke me karî tecrîdê têk bibin, wê demê em ê bikarin di nava aramiyê de bijîn. Ji bo azadbûnê divê em teqez vê tecrîdê têk bibin.”