Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan 2022-06-11 14:56:54 ENQERE - Di Doza Kobanê de şandeya dadgehê kesek berneda û danişîna dozê taloqî 27’ê hezîranê hate kirin.     Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 13’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, duh di saetên êvarê de bi dawî bû. Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya 21 siyasetmedaran berdewam bike û danişîna doza din jî taloqî 27-28-30’ê hezîranê û 1-4-5-6-7’ê tîrmehê kir.    Xebatên siyasî yên siyasetmedaran, xebatên jinan, daxuyaniyên hatine dayîn û mitîngên ku hatine lidarxistin weke hinceta girtinê hatin nîşandan.