Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin 2022-06-11 15:16:03   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin û wiha got: “Nexweşiyên Karguzel girantir dibin û nahêlin bi rêk û pêk were tedawîkirin. Divê Karaguzel di zûtirin demê de were berdan.”    Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Di hefteya 405’emîn de înîsiyatîf li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” daliqandibûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut ve hate xwendin. Turgut, di vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (60) ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.    Turgut, da zanîn ku di stû û pişta Karaguzel de du fetq hene û ev agahî dan: “Ev yek jî stû û pişta wê asê dike. Nexweşa şekirê ye û ji ber ku şekira wê bilind e, rojê çar caran derzî bot ê danîn. Her wiha ji ber şekira zêde, ziyan gihiştiye gurçikên wê û êşên giran dikêşe. Ji ber vê nexweşiyê hewceye xwarina wê cuda be lê girtîgeh van xwarinan nade. Lewma her ku diçe zeîf dibe. Her wiha tansiyona bilind bi wê re heye. Gelek caran anjiyo bûye û bijîşk dibêjin ku divê demildest emeliyat bibe. Lê ji ber îxtîmala korbûna çavan, naxwaze emeliyat bibe. Nexweşa bêhnkurtkê ye lewma nikare bêhnê baş bistîne û razê. Di heman demê de nexweşiya kolestrolê pê re heye.    LI NEXWEŞXANEYÊ 8 ROJAN GIRÊDAYÎ NIVÎNAN MA   Karaguzel, di sala 2021’an de emeliyat bû. Di adara 2021’an de dema birin qawîşê, krîza dil derbas kir. Ji ewil birin nexweşxaneya li kampûsa girtîgehê. Ji ber ku rewşa wê giran bû û tansiyona wê bilind bû, rakirin nexweşxaneya Kayseriyê. Li wir anjiyo bû û du rojan di beşa lênihêrîna awarte de ma. Hemû rehên wê xitimî bûn û 3 roj piştre dîsa anjiyo bû. 8 rojan li nexweşxaneyê ma. Mixabin ku di van 8 rojan de destên wê bi nivînên wê ve hatibûn kelemçekirin.    Nexweşiyên weke dil, şekir, tansiyona bilind û bêhnkurtkê pê re hene. Lewma divê di zûtirin demê de were berdan. Divê bi rêk û pêk bê dermankirin û di bin çavdêriyê de be.”