‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’ 2022-06-11 17:14:01 AMED / RIHA - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ya beriya Meşa Gemlîkê ya bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” were lidarxistin axivî, wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin.”   Beriya “Meşa Gemlîkê ya Mezin” ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) de dê sibê were lidarxistin li Amedê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlamenterên HDP’ê jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul destnîşan kir ku li çar aliyê Tirkiyeyê tecrîd heye, tevî tecrîdê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin û wiha hate gotin: “Hikumet, Wezareta Dadê û dozgeriya ku van daxuyaniyan berçav nagirin sûcekî sîstematîk dikin û vê didomînin. Bulbul, bi lêv kir ku rakêşî ji aliye AKP’ê û MHP’ê ve tê kirin û wiha bang li muxalefetê kir: “Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Meral Akşener, Babacan em yek bi yek gazî we dikin. Heke hûn demokrasiyê bixwazin werin em li Amedê kongreya wekhevî û demokrasiyê pêk bînin. Gelê kurd hedef negirin. Operasyonên derveyî sînor bikin û bi gotina ‘terorîzm heye’ derewan nekin.” Bulbul, bertek nîşanî astengkirina polîsan da û wiha berdewam kir: “Em giliyê vê yekê bikin lê mesele ev nîne, em dixwazin hemû Tirkiye qezenç bike, pirsgirêka kurd, pirsgirêka tundiyê çareser bibe.” Bulbul, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan xwediyê fikriyata Komara Demokratîk, Neteweyê Demokratîk û Çareseriya Demokratîk e û got: “Em jî van 3 têgehan diparêzin. Em ji vir bang li hemû cîhanê dikin. Li Îmraliyê tecrîdek û îzolasyoneke giran heye.” Bulbul, da zanîn ku di heman demê de dirûşmeya wan “Her der Îmrali her der berxwedan e” ye.    Bulbul, herî dawî destnîşan kir ku rêya edalet û demokrasiyê di Îmraliyê de derbas dibe û ev bang kir: “Her in li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re biaxivin.”   ÛCA: TECRÎD DÊ WERE ŞIKANDIN   Pişt re parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî. Ûca, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û bi lêv kir ku rewşa diqewime kurteye tecrîdê ye. Ûca, pêvajoya di nava salên 2013 û 2015’an de di bin navê “çareseriyê” de hate birêvebirin bi bîr xist û wiha got: “Çawa wê deme fikriyata Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê, Kurdistanê hevî bû di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn jî hêviyek bû. Wê demê herkesê pîroz dikir, silav dikir lê îro tevî tecrîdê cezayê dîsîplînê didin. Em weke pêşengên vî gelî, weke partiya xwe, li dijî vê tecrîdê jî li dijî vê siyaseta ku dixwaze şer li ser vî gelî bide ferzkirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de çi got? Got ‘Ez amade me di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Lê dewlet bi çi bersiv dide? Bi dagirkirinê, bi şer, bi girtin û bi binçavkirinan dixwaze vê siyasete bimeşîne. Lê bila herkes bizanibe, ne siyaseta we ya şer ne siyaseta we ya tecrîdê dikare pirsgirêka kurd çareser bike ne jî dikare gelê kurd tune bike. Ji berk u gelê kurd bi dayîna bedelên mezin hate heta vê rojê. Gelê kurd li dijî vê hişmendiyê tu car çok nedanî. Gelê kurd wê tecrîdê bişikîne. Ev meş meşa azadiyê ye. Hûn çiqasî pêşiya me bigirin bigirin, wê karwanê azadiyê bigihîje Gemlîkê hûn çiqas asteng bikin jî ev karwanê azadiyê wê vê tecrîdê bişikîne. Hûn derdorê me bigirin jî ev karwan wê tecrîda li Îmraliyê bişikîne û wê deriyê Îmraliyê jî veke. Qeyrana ku îro dewlet tê de ji ber neçareserî û tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber wê yekê em li vê derê ne em ê bi gelê xwe re bi karwanê azadiyê re ber bi Gemlîkê ve biçin. Çi dibe bila bibe wê tecrîda li Îmraliyê were şikandin û têkoşîna xwe mezin bikin.”   Piştî axaftinan kesên di kolanên navçeya Rezanê de disekinîn jî tev li girseyê bûn û bi dirûşmeyên “Her der Îmrali her der berxwedan” û “Bijî Serok Apo” meşiyan.    RIHA   Li Rihayê jî welatiyên ji bo “Meşa Gemlîkê ya Mezin” bi rê ketin û tev li baskê Amedê bibin di ketin û derketina navçeya Sêwregê de hatin asteng kirin. Welatiyên di wesayîtên derketina navçeyê de hatin astengkirin, li Bûlwara Kamîl Tûran bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” , “Ji Îmraliyê re hezar silav” , “Bijî berxwedana Îmrali” dest bi meşê kirin. Piştî meşa heta navenda navçeyê hate kirin, daxuyanî hate dayîn. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hadle Ogûr ku li ser navê welatiyan axivî, bertek nîşanî astengkirina wan a derketina ji bajêr da. Ogûr, bi lêv kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têdikoşin û anî ziman ku heta ev yek pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.    Girseya ku ketina Sêwregê jî disekinî daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê HDP’ê yê Hewagê Mehmet Ekîncî yê li vir axivî jî wiha got: “Em politikaya tecrîdê ya di kesayeta birêz Abdûllah Ocalan li ser hemû gelan tê pêkanîn şermezar dikin.”