3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan 2022-06-11 18:14:26   ÊLIH- Yahya û Sadûllah Karabaş û Beşîr Yildirimê 80 salî yên li gundê Timoqê hatibûn girtin, hatin berdan.    Li gundê Timoq ê navçeya Hezo ya Êlihê di 31'ê Adarê de operasyonek eskerî dest pê kiribû. Eskeran di dema operasyonê de gundê Timoqê dorpêç kiribû û ji şêniyên gund Yahya û Sadûllah Karabaş û Beşîr Yildirimê 80 salî binçav kiribûn. Paşê her 3 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.    Her sê kes îro ji Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê derketin.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Di 31'ê Adarê de eskeran avêtibû ser gundê Timoqê yê navçeya Hezo ya Êlihê. Di avêtina ser gund de Beşîr Yildirim ê 80 salî hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Yildirim di 17'ê Nîsanê de gav ji bo îmzeyê çûbû Midûriyeta Polîsan a Êlihê cardin hatibû binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatibû kirin. Dozgeriyê jî ew bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgeriyê kiribû. Dadgeriya Ceza ya Sulhê jî bi heman îdiayê Yildirim girtibû. Her wiha di 15'ê Nîsanê de jî eskeran kîsik xistibû serê Yahya Karabaş û ew binçav kiribûn û 4 rojan îşkence lê kiribûn. Karabaş ku 3 caran hatibû binçavkirin, bi îdiaya "peydakirina çeka bêruxset", "teqemeniyên li nêzî mala wî hatine dîtin" û "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Ji heman gundî Sadûllah Karabaş jî di 4'ê Nîsanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.