Polîsan alayên HDP'ê rakirin 2022-06-11 20:57:49   STENBOL - Polîsan alayên HDP'ê yên li kolaneke Şîliyê hatibûn daliqandin rakirin û birin. Her wiha gava nûçegihanê me dîmenên vê kiryarê digirtin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Li semta Kûrtûlûş a navçeya Şîşlî ya Stenbolê polîsan alayên HDP'ê yên li kolanê daliqandî rakirin. HDP'î hefteyek berê ev ala daliqandibûn. Pişt re ji welatiyan hatibû xwestin ku ev ala bên rakirin, lê piştî welatiyan ev tişt qebûl nekir vê carê polîs bi xwe hatin ala rakirin. Polîsan bi hesinekî sertûj ê bi qasî 5 metreyan dirêj alayên li ser kolanê rakirin û bi xwe re birin.      Gava polîs ala radikirin nûçegihanê me Mehmet Aslan jî li kolanê bûye. Aslan xwestiye dîmen bigire lê polîsan mudaxileyî wî kiriye. Polîsekî ji nûçegihanê me re gotiye "tu çi dikî" û nehiştiye dîmenê wan bigire. Aslan jî gotiye rojnamevan e û polîs jî gotiye, "Tu yê çi bikî? Vê neke nûçe" û mudaxileyî wî kiriye. Her wiha polîsekî jî ji polîsên din re gotiye "çima we mudaxile nekir, dîmenên em girt."    Polîsan paşê li nasnameya Aslan mêze kirine.